Li Hatayê kesên ji êrîşa Efrînê re gotin ‘na’ hatin binçavkirin

Li Hatayê siyasetmedar, sendîkavan û nûnerên rêxistina mafên mirovan jî di nav de bi giştî 27 kesên ku gotin 'Na ji şerê re' hatin binçavkirin.

Danê sibehê polîsan li Hatayê bi ser gelek malan de girtin û hevserokên HDP'ê yên bajêr jî di nav de 27 kes girtin bin çavan. Polîsan li navçeyên Antakya, Defne û Samandag ên Hatayê bi ser malan de girtin û dest danî ser gelek alavan jî. Li gorî agahiyan bi hinceta ku li hember operasyonên Efrînê daxuyanî dane, polîsan 27 kes girtin bin çavan.

Li gorî agahiyên heta niha hatin bidestxistin, kesên hatine binçavkirin ev in: Hevserokên HDP'ê yên Hatayê Sûltan Başaran û Kerem Nalbant, Hevserokê HDP'ê yê navçeya Samandag Adnan Eryilmaz, Hevserokê HDP'ê yê navçeya Defne Mîthat Mîroglû, Hevseroka Partiya Sosyalîst Jinûve Avakarinê SYKP'ê ya bajarê Hatayê Hulya Kavuk, Serokê ÎHD'ê yê Hatayê Mîthat Can, serokê DÎSK'ê yê Hatayê Yûsûf Berkyurek, rêveberên HDP’ê Dîlek Daplan û Seher Cevheroglû, Parêzer Çetîn Sakalli.

Endamên Hêzên Ked û Demokrasiyê yen Hatayê jî hatin binçavkirin ku di 22’ê Çileyê de li hember êrîşên li dijî Efrînê daxuyaniyek dabûn.