Li Hambûrgê Îran hate protestokirin

Ji ber ku rejîma Îranê çalakgerên bi navê Ramîn Huseyîn Penahî, Zanyar Mûradî û Loqman Mûradî darve kir, li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê Îran hate protestokirin.

Çalakî li pêşiya Sefaretxaneya Îranê hate lidarxistin û partiyên siyasî di nav de gelek nûnerên civaka sivîl tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de sloganên ‘Bijî Kurdistan, bimire rejîma Îranê’, ‘Şehîdên şoreşê nemir in’ hate berzkirin û pankart hatin vekirin.

Serokwekîla Koma Partiya Çep a Parlementoya Hambûrgê Cansû Ozdemîr û li ser navê NAV-DEM’ê Yavûz Fersoglû axivîn.

Çalakî bi berzkirina sloganan bi dawî bû.