Hate ragihandin ku, girtiyên sewqî 2'mîn Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê rastî zext û îşkenceyê tên. Hate zanîn ku, girtiyê bi navê Feyyaz Guven bêyî daxwaza wî birin qawişa "serbixweyan".
Girtiyên ji 1'mîn Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê sewqî 2'mîn Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê hatin kirin, rastî zext û îşkenceyan hatin hefteya borî bi riya malbatan ji raya giştî re hatibû ragihandin. Li gorî nameya ji girtiyan hati jî girtiyên sewqî 2'mîn Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê hatin kirin Kerîm Avşar, Nacî Kutaş, Cafer Yilmaz, Riza Kazici, Omer Yildirim, Recep Karabay, Lokman Gonulun û hinek girtiyên din yên navên wan hetin zanîn ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekirin ji aliyê 25-30 gardiyanan ve hatin darpkirin.
Di nameyê de hate diyarkirin ku, ji aliyê psîkologan ve pêşiyara sîxurtiyê tê kirin û girtiyê bi navê Feyaz Guven bêyî vîna wî sewqî qawişa kesên "serbixwe" hate kirin û heta niha tu agahî ji wî nayên girtin. Li gorî îfadeyên girtiyan zextên psîkolojîk yên li girtîgehê berdewam dikin û heke tiştekî nebaş pêk bê berpirsyarê vê yekê midûrê girtîgehê û xebatkarên girtîgehê ne.