Li bajarê Swêdê Galveyê Kurdistaniyan bi armanca piştgiriya Rojavayê Kurdistanê û protestokirina êrîşên komên çekdar ên ji aliyê dewleta Tirk ve tên destekkirin, xwepêşandanek li dar xistin.
Kurdistaniya guh neda hewaya sar a ku 13 pile li jêra sifirê bû û daketin navenda bajêr. Kurdan di xwepêşandanê de alên PYD, PKK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û flamayên kesk, sor û zer hilgirtin, di xwepêşandanê de dirûşimên piştgiriya bi Rojava re û li dijî êrîşên komên çete hatin gotin.
Xwepêşanda li Qada Storatorgetê pêk hat, bi axaftina nunerê PYD’ê Şiyar Elî dest pê kir. Elî destnîşan kir ku li Rojhilatanavîn pêşketinên dîrokî diqewimin û got ku êdî gelê Kurd ji bo çarenûsa xwe bi destê xwe diyar bike rabûne ser piyan û ev yek desthilatiya AKP’ê dixe nava xof û tirsê, ji ber wê jî destekê dide komên çete daku êrîşê Serêkaniyê bikin. Elî bal kişand ku ciwanên Rojavayê Kurdistanê yên ku YPG’ê ava kirine berxwedaneke bêhempa nîşan dan û bang li hemû gelê Kurdistanê kir ku piştgiriyê bidin Rojavayê Kurdistanê.
Her yek ji Endama Şaredariya Gavleyê Jîn Akgul Haco û Hevseroka Meclîsa Gel a Gavleborgê Sevîm Battê axaftinek kirin û polîtîkayên hukûmeta AKP’ê yên li hemberî Rojavayê Kurdistanê û êrîşên li ser Serêkaniyê bi tundî şermezar kirin û piştgirî dan têkoşîna gelê Rojavayê Kurdistanê.
Xwepêşandana Kurdan piştî axaftinên nunertiya Partiya Çep a Swêdê ya Galveyê ku têde piştgirî da şoreşa Rojavayê Kurdistanê, bi dirûşiman bi dawî bû.