Li Frankfûrtê  êrîşên ser Efrînê bi daxuyaniyekê hatin şermezarkirin

Li Frankfûrtê ya Elmanya bi daxuyaniyeke çapemeniyê, bi tevlêbûna gelek sazî, parlamenteran êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hatin şermezarkirin.

Civîneke çapemeniyê ya elaqedarî dagirkeriya dewleta Tirk û êrişên wê li dijî Efrînê, doh li bajarê Elmanyayê Frankfurtê bi pêşengiya Komeleya Dostaniya Kobanê-Frankfurtê, hate lidarxistin. Daxuyaniya Çapemniyê bi beşdariya Christa Blum ji Rêxistina Aştiyê ya Hekîman IPPNW, ji rêxistina alîkariya insanî Medico Internationalê Bernd Eichner û ji rêxistina li dijî xizaniyê û ji bo xizmeta tenduristiyê (Armut und Gesundheit e.V.) Prof. Dr. Gerhard Trabert û parlamenterê eyaleta Hessenê yê ji Partiya Çep (Die Linke) Dr. Ulrich Wilken pêk hat. Ji Komeleya Dostaniya Kobanê Frankfurt jî Salim Berlet moderatoriya civînê kir. Ji Heyva Sor a Kurd ji Efrînê Dr. Nûrî Şêx Kenber jî bi rêya telefonê beşdarî civînê bû.

Peyama sereke ya hemû beşdaran ew bû ku êrişa dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî binpê dike, divê xwedî li berxwedana Efrînê bê derketin û rêya herî baş a alîkariya insanî jî ew e ku ji bo bidawîhatina êrişê, zext li hikûmetan bê kirin, raya giştî bê agahdakirin.

 DIXWAZIM DAWÎ LI QEDEXEYA SER PKK’Ê WERE

Di civînê de ku li avahiya Presseclub e.V. a li Frankfurtê bi rê ve çû, pêşî li ser navê IPPNW Christa Blum  axivî û got, ew demeke dirêj e ku bi pirsgirêka Kurd re elaqedar dibe, ew sala 2014´an di Newroza Amedê de dema peyama Ocalan hat xwendin amade bûye û got, "li gorî min Kurdên Bakur û yên Rojava xwedî bêhtir hevpariyan in, bi rêya projeya Konfederalîzma Demokratîk ku niha hewl didin li Bakurê Sûriyê bi cih bikin. Ev li Rojhilata Navîn tekane ye, bê mînak e." Blum ji ber ku bala çapemeniyê kêm li ser vê meseleyê ye jî nerazîbûn nîşan da.

Dagirkeriya dewleta Tirk jî, Blum weke felaketekê bi nav kir û wiha dewam kir: "Ne tenê ji ber kuştin û birîndarkirina mirovan, rûxandina gund û bajaran, lê belê her wiha ji ber ku projeyeke demokratîk ketiye ber êrişê."

Blum rexne li siyaseta dewleta Elman jî girtin, bi bîr xist ku şerê dagirkeriyê yê li dijî Efrînê bi sîlehên Elman bi rê ve diçe û dewleta Elman bi qedexekirina sembolan û nîşandana wêneyê Ocalan "bêrêziyê dike beramberî vîzyona Kurdan a sibe rojê. Ez dixwazim ku dawî li qedexekirina PKK´ê bê anîn."

Blum wekî din xwest hewldan hebin da ku Erdogan beramberî Dadgeha Sûcên Şer bê dadgehkirin.

RÊYA HERÎ BAŞ A ALÎKARIYÊ BIDAWÎKIRINA ŞER E

Li ser navê Heyva Sor a Kurd li Efrînê Dr. Nûrî Şêx Kenber axivî û  behsa komkujiyên li dijî sivîlan kir, got, heta niha qederê 150 sivîlî hatine şehîdkirin û ji ber hejmara zêde ya birîndaran, sîstema xizmeta tenduristiyê ya asayî êdî nemaye. Dr. Nûrî Şêx Kenber got sivîl bi qesd û zanîn hedef tên girtin û bi ser de jî sîstemên ku avavexwarinê li Efrînê misoger dikin jî bûne hedefa êrişên artêşa Tirk û weke mînak jî îşaret bi êrişên li dijî Bendava Meydankê kir. Dr. Nûrî Şêx Kenber wekî din da zanîn ku bêhtirî dehhezar koçberên ji gundên nêzî sînor li navenda Efrînê bi cih bûne, rewşa wan gelekî xirab e, û derfetên alîkariyê jî kêm in. Wî da zanîn ku bi alîkariya pere yan ji wan re hatî wan şîr kiriye û li koçberan belav kiriye.

Di nava zehmetiyên Dr. Nûrî Şêx Kenber îşaret bi wan kirî de êrişên li dijî ambulansan û du cara hedefgirtina heman devera sivîl lê jî hene ku mudaxeleya tibî zehmet heta ne mumkin dikin. Herî dawî piştî ku got, dermanên li dijî tetanozê, antibiyotîk, yîn tevizandina êşa birînan ji wan re gelekî lazim in, gotinên xwe wiha bi dawî kirin: "Alîkariya herî mezin a insanî ku her kes dikare bike, ew e ku bikin ku ev êrişa dagirkeriyê bê rawestandin."

DINYA TENÊ TEMAŞE DIKE

Profesor Dr. Gerhard Trabert ku hem karkerê civakî ye û hem jî hekîm e, got, "li gorî me xizmeta tenduristiyê, mafekî mirovan e." Paşê jî bi bîr xist ku ew xizmetê li Rojava jî dikin, lê ji ber amborgoya dijwar a Tirkiyeyê, helwêsta rejîmê û Başûrê Kurdistan û Iraqê, ew nikarin materyalên pêwîst ji bo nexweşxaneyan bigihînin Rojava. Trabert bi bîr xist ku ew du caran çûye Rojava û xizmeta tenduristiyê daye penaber û birîndarên şerî û heger li gorî plankirî be, ew ê di nava du rojan de careke din biçe Rojava û heta mumkin e gelek dermanan jî bi xwe re bibe. Ji bo vîna xelkê Rojava Trabert dibêje; "Karîgerî û fonksiyonelbûna federalîzma demokratîk min heyranî xwe dike. Piştî ewqas êş û zehmetiyan, vîneke wan a gelekî xurt a ji bo ji nû ve avakirinê heye, ne tenê ji bo avahiyan, lê ji bo sîstema civakî ya demokratîk jî."

Profesor Trabert êrişa dewleta Tirk a li dijî Efrînê weke ne rewa û terora dewletê bi nav kir û got, "Cihê daxê ye ku yekane avahiya demokratîk a li Herêmê bi êrişa eskerî ya endemeke NATO´yê re rûbirû ye. Dinya mayî jî tenê lê temaşe dike. Ez ê hewl bidim ji bo piştgiriyê, bi birina malzemeyên tibî û her wiha karkirina weke hekîm, dusibe berê xwe bidim Rojava."

TEVGEREKE XURT A ŞTIYANE NÎNE

Parlamenterê Eyaletê yê Hessenê Dr. Ulrich Wilke jî gazinên xwe kirin ku di xwepêşandanan de rêjeya Elmanan kêm e, û ev civîna çapemeniyê jî di navê de bi xebat xwe ew dixwazin bêhtir kesan hestiyar û agahdar bikin. Wî got, sedema wê ew e ku gelek mirov nizanin li Efrînê çi dibe û weke mînak jî rojnameya ku heman sibehî xwendî nîşan da, ku bi devê dewleta Tirk digot, hezar terorîst hatin bêtesîrkirin.

JI ber vê jî Dr. Ulrich got, "Me ji bo parlamena eyaletê pêşnûma biryarek amade kir û vê yekê kir ku partiyên din jî pêşnûma biryarekê derxin, ya wan ne bi dilê me jî be, ew jî vê êrişê weke li dijî hiqûqa navneteweyî dibînin û firotina sîlehan a ji bo Tirkiyeyê red dikin."

Dr. Ulrich Wilke got, sedema bêdengiya li dijî firotina sîlehan ber bi Tirkiyeyê ve ew e ku tevgereke aştiyê ya xurt li Elmanyayê nîne. Ji bo vê jî wî îşaret bi agahdarkirin û hestiyarkirina raya giştî kir.

NABE KU SÛCDARÊN ŞER BÊ CEZA BIMÎNIN

Li ser navê Medico Internationalê jî Bernd Eichner jî bi bîr xist ku di nava 7 salên şerê li Sûriyê de Efrîn yek ji wan cihan bû ku herî kêm zerar lê bûbû û ji ber wê jî gelek penaberan xwe lê girtibû. Eichner îşaret bi wê yekê kir ku şer bi giştî xizmeta normal a tenduristiyê ditevizîne, ji ber ku nexweşxane êdî bi birîndaran re elaqedar dibin û xizmeta tenduristiyê ya giştî ji hev de dikeve û wiha peyivî: "Mirov çawa vê dikare biguhere? Hevkarên me yên ji heyva Sor a Kurd dibêjin şer bidin rawestandin; bi rastî jî ev rêya herî rast e."

Bernd Eichner îşaret pê kir ku wezareta karê derve ya Fransayê karîbû êrişê weke li dijî hiqûqa navneteweyî bi nav bike û wiha peyivî: "Hikûmeta Federal a Elman, bi bazara li ser tankên Leopard helwêstekê nîşan dide. Wezareta Karê derve jî xwe nade ber ku êrişa Tirkiyeyê eşkere weke binpêkirina hiqûqa navneteweyî bi nav bike. Divê em zextê li hikûmetê bikin. Kampanyaya me ya li dijî bazara li ser tankên Leopard a bi Tirkiyeyê re nîşan da ku elaqeya xelkê li Elmanyayê ji mijarê re heye."

Herî dawî Bernd Eichner got, bi ya wan divê di civateke giştî ya Neteweyên Yekbûyî de biryarnameyek were derxistin, sûcên şer bên şermezarkirin. Lewma divê sûcên şer bê ceza nemînin. Heger sûcdarên şer bê ceza bimînin, Dadgeha Ceza ya Navneteweyî wê veguhere henekekê.