Li Ermenîstanê 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin

34’emîn Salvegera 15’ê Tebaxê li Erîwanê ya ku paytexta Ermenistanê ye bi şahiyeke bi coş hate pîrozkirin.

Li Erîwanê ji hêla Komîteya Kurdistaniyên li Ermenîstanê ve şahiyeke pîrozbahiya 15’ê Tebaxê hate lidarxistin. Gelek welatiyên Kurd ên li Ermenîstanê dijîn û nûnerên sazî û rêxistinan tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de li ser wate û girîngiya pêngava 15’ê Tebaxê axaftin hatin kirin û rola Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û PKK’ê hate destnîşankirin.

Nûnera jinên Gurcîstanê Gulnaz Egîd jî tevlî şahiyê bû û girîngiya 15’ê Tebaxê anî ziman. Gulnaz Egîd jî jî bal kişand li ser rola Ocalan a destpêkirina pêngavê.

Dîsa li ser navê Komîteya Kurdistaniyan Milo Keleşyan jî axivî û bal kişand li ser rola dîrokî ya pêngavê, kesayetiya Fermandar Egîd. Keleşyan di axaftina xwe de anî ziman ku, “Pêngava 15’ê Tebaxê destpêka têkoşîna rûmetê ye.”

Şahî li ber stranên hunermendên weke Berbang, Berfîn Mamedova, hunermendên xwecihî û hunermendên Ermenî bi govendê hat pîrozkirin.