Li Enqereyê qeza: 9 kes mirin, 26 kes birîndar bûn
Li Rêya Bejahî ya Eskîşehîr-Enqereyê otobusa rêwiyan li pirê ket û di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn.
Li Rêya Bejahî ya Eskîşehîr-Enqereyê otobusa rêwiyan li pirê ket û di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn.
Li Rêya Bejahî ya Eskîşehîr-Enqereyê otobusa rêwiyan di saet 05.00’an de ji kontrolê derket û li gundê Olukpinarê li pirê ket. Di qezayê de 9 kes mirin, 26 kes jî birîndar bûn.
Birîndar sewqî nexweşxaneyê hatin kirin. Rêya Eskîşehîr-Enqere ya ber bi Polatliyê ve ji hatinûçûnê re hate girtin.