Li Enqereyê dema girtîmayina 10 kesî hate dirêjkirin
Dema girtîmayina 10 kesan ku rêveberên HDP'ê jî di nav de ne û roja Înê di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin, hate dirêjkirin.
Dema girtîmayina 10 kesan ku rêveberên HDP'ê jî di nav de ne û roja Înê di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin, hate dirêjkirin.
Li Enqereyê di operasyona qirkirina siyasî de ya li dijî siyasetmedaran, sibeha Înê di serdegirtina malan de 10 kes hatibûn destgîrkirin.
Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Enqereyê Zeyno Bayramoglû, endamê Meclîsa Partiyê Alî Ozkan, Hevseroka HDP'ê ya Eskîşehîrê Şukriye Ercan û Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Mamakê Mûstafa Ûgûr Akkaya jî di nav de dema girtîmayina 10 kesên hatin destgîrkirin, hate dirêjkirin.
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan ku heman rojê di operasyonê de hatibû destgîrkirin, hatibû berdan.