Li Enqereyê destgîrkirin, li Amedê bi ser malan de girtin

Polîsên Tirk li Enqerê 5 xwendekar destgîr kirin, li Amedê Sûrê jî bi ser malan de girtin.

Li Fakulteya Ziman Dîrok û Cografyayê ya Enqerê (DTCF) beriya ku komeke xwendekar daxuyaniya çapemeniyê bidin polîsan bi hinceta 'bombe'yê kampûs seh kirin. Polîsan xwestin ku 5 xwendekarên zanîngehê nexin nav kampûsê, dema ku xwendekar li dij polîsan rabûn, polîsan xwendekar destgîr kirin.

Dema ku hin xwendekar li dijî destgîrkirina hevalên xwe rabûn polîsên Tirk gotin, ''Min bi jinan re neynin pêşberî hev, hûn mêr derkevin pêşberî min'' û gotinên zayendîparêz gotin.

Polîs hê jî li dibistanê ne.

AMED

Li taxa Çermo ya Sûrê ya Amedê polîs û leşkerên Tirk bi çarçoweya qirkirina siyasî bi ser malan de girtin.