Li Elmanyayê çalakiyên protestoyî didomin: Kujer Erdogan!

Li Elmanyayê çalakiyên li dijî terora AKP'ê dewam dikin. Di çalakiyan de berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin û bang 'bêdeng nemîne' li Ewropayê hat kirin.

Li Elmanyayê çalakiyên li dijî terora AKP'ê dewam dikin. Di çalakiyan de berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin û bang 'bêdeng nemîne' li Ewropayê hat kirin.

BOCHÛM

Kurdistanî û çepgirên Elman li gara trenê ya li bajarê Elmanya Bochûmê li hev civiyan û bi armanca şermezarkrina komkujiyên ji aliyê AKP'ê ev tên kirin, heta ber dadgeha bajêr meşiya.

Meş bi pêşengiya KOMAW'ê pêk hat û belavokên bi zimanê Elmanî yên li ser komkujiyan hatin belavkirin. Di meşê de dirûşmên "Bijî Berxwedana Cziîrê", "Bijî Berxwedana Sûrê", "Kujer Erdogan" û "Terorîst Tirkiye" hatin qîrîn.

FRANKFÛRT

Li bajarê Elmanya Frankfûrtê bi pêşengiya Ciwanên Azad çalakiyên ji bo xwedîderketina li xwerêveberiyên li Kurdistanê dewam dikin. Bi qasî 100 ciwanên Kurdistanî ketin hundirê Balafirgeha Frankfûrtê û bang li hikûmetên Ewropayê û raya giştî kirin ku li dijî komkujiyên AKP'ê derhal bikevin nava tevgerê.

Di dema çalakiyê de dirûşmên "Ewropa fînanse dike, Erdogan lê dide", "Duh Hîtler, îro Erdogan", "Kujer TC", "Bijî Berxwedana Sûrê" hatin qîrîn.

DRESDEN

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Dresdenê, bi armanca şermezarkirina terora AKP'ê li Prager Strasseyê çalakiyek lidar xist. Di çalakiya ku Elman jî lê amade bûn de, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin. Di dema çalakiyê de belavok li raya giştî hat belavkirin û bal hat kişandin ser komkujiyên li Kurdistanê tên kirin.

...