Li Elmanya û Avûstralyayê ji bo ‘Efrînê’ çalakî hatin lidarxistin

Li paytexta Avûstralya Canberra û li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê çalakiyên protestoyî yên ji bo ‘Efrînê’ didomin.

Li paytexta Avûstûralya Canberrayê Kurdistanî û dostên wan ji bo Efrînê li ser piyan in. Gel li ber parlamentoyê li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk protesto kirin. Delegasyona di bin pêşengtiya NCDK de li Parlamentoyê civiya. Heyet bi Dî Natele, Andrew Bartlett û Lee Rhîannon yên ji Partiya Keskan li Parlamentoyê re civiyan û li ser navê heyetê Mahmût Karaman dosyaya têkildarî êrîşên Efrînê radestî wan kir.

Parlamenterên Partiya Lîberal Jûlîan Lîser û Tîm Wîlson ku di nava hikûmetê de ne, diyar kirin ku wê dosyayê pêşkêşî Wezareta Karê Derve bikin.

Heyet bi nûnerê Wezîrê Herêmê yê Partiya Karkeran û Berdevkê Karên Derve Penny Wong û parlementer Peter Khalîl re civiya. Khalîl wiha got; “Tam DAIŞ bin diket bi êrîşa li ser Efrînê re, careke din hêza xwe kom kir.”

Li ser navê Komeleya Jinên Kurdistan a Avûstûralyayê Çîgdem Aslan got; “Em ê têkoşîna xwe ya li dijî faşîzma Erdogan bi biryardariyeke mezin bidomînin.” Ji Komîteya Amadekar Zeynep Korkmaz jî wiha go; “Divê NY dengê gelê Kurd bibihîse.”

Berdevkê KNK’ê Îstem Taştan daxwaz kir ku hikûmeta Avûstûralyayê bêdeng nemîne.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê jî çalakiyên protestoyê yên li dijî dewleta Tirk didomin. Kurdistanî li derketina îstasyona trenê  li hev civiyan û gelê Elman jî piştgirî dan. Di çalakiyê de parlamentera berê Sevahîr Bayindir axivî û got ku dewleta Tirk ji destkeftiyên gelê Kurd aciz e û ji ber vê Tirkiyeyê êrîşî Efrînê kir.

Berdevkê Komîteya Piştevaniya Efrîn a Hambûrgê Serhat Çetînkaya jî bi zimanî Elmanî axivî û wiha got; “Efrîn dilê Kurdistanê ye.”

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ , ‘Terorîst Tirkiye’ û ‘Kujerê zarokan Erdogan’ hate berz kirin.