Li Edeneyê 14 kes hatin destgîrkirin, 4 jê zarok in

Li Edeneyê di serdegirtina malan de 14 kes hatin destgîrkirin ku 4 jê zarok in.

Polîsên Tirk danê sibehê bi wesayitên zirxî avêtin ser gelek malên li taxa Kuçukdîkîlî ya navçeya Seyhan a Edeneyê. Bi zorê deriyên malan şikandin û lêgerîn kirin.

Di dawiyê de jî 14 kes destgîr kirin ku 4 ji wan zarok in.

Çend ji kesên hatine destgîrkirin: Halît Şaşmaz, Serhat Tatli, Salîh Fîlîztek, Baver Şahîn û Bariş Aydin.