Li Edeneyê 11 kesên hatin binçavkirin sewqî dadgehê hatin kirin

Li Edeneyê 11 kesên hatin binçavkirin sewqî dadgehê hatin kirin

11 kesên ku duh li Edeneyê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, sewqi dozgeriyê hatin kirin.

Duh li bajaroka Mîsîsê ya Edeneyê polîs û leşkeran di ser gelek malan de girt û di serdegirtina malan de di nav de rêveberê BDP'ê Hacî Keser, Îlhami Açar, Ramazan Çakir, Îrfan Çakir, Mahmut Çakir, Kadîr Boyacı, Velat Hasanoglu, Mevlît Tepe, Şeyhmus Tanrigan, Bayram Kahraman û Bahrî Kaplan jî hebûn 11 kes hatin binçavkirin. 11 kesên hatin binçavkirin sewqî dadgehê hatin kirin.