Li Edeneyê leşkeran serê sibê bi ser malan de girt û 11 endamên BDP'ê binçav kirin. Li navçeya Bêreçûkê ya Rihayê jî di serdagirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin.
Yekîneyên Fermandariya Cenderimeyan a Edeneyê serê sibê li bajaroka Mîsîsê ya Edeneyê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtinan de piştî lêgerîna malan endamên BDP'ê Haci Keser, Îlhamî Açar, Ramazan Çakir, Mehmet Çakir, Kadîr Boyaci, Velat Hasanoglu û Mevlît Tepe û 4 BDP'iyên din ên navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina 11 BDP'iyan nehate zanîn û 11 kesê birin Fermandariya Cendirmeyan a Edeneyê.
LI BÊREÇÛKÊ JÎ 5 BINÇAVÎ
Li navçeya Bêrûcekê ya Rihayê jî di serdagirtina malan de Halîl Yavuzel, Halîl Ceylan, Nurî Demîr û 2 kesên navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehate zanîn û 5 kes bibin Midûriyeta Polîsan a Rihayê.
Serê sibê li Mêrsînê 5 xwendekarên zanîngehê û li Dêrsîmê jî 14 BDP'yi hatibûn binçavkirin.