Li du navendên Kanada ji bo Kobanê meş tên lidarxistin
Li du navendên Kanada ji bo Kobanê meş tên lidarxistin
Li du navendên Kanada ji bo Kobanê meş tên lidarxistin
Li Kanada di roja 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê de li 2 navendan meş tên lidarxistin.
Li ser banga 230 kesayetên di nav wan de rewşenbîr, nivîskar û zanyarên bi nav û deng jî hene 1’ê Mijdarê wek Roja Cîhanê ya Kobanê hat îlankirin.
Di çarçoveya rojê de wê li gelek welatan meş bên lidarxistin.
Meşên ji bo Kobanê li Kanada jî bi pêşengiya Komeleya Çandê ya Kurd a Toronto tên lidarxistin. Wê meş li bajarên Toronto û Montreal ên Kanada bên lidarxistin.
Ji Hamîlton û London jî ji bo piştevaniya ji meşan re wê girse tevlî bibin.