Li Diyala gelek çete hatin kuştin

Li Diyala gelek çete hatin kuştin

Li hin herêmên Diyala yên di kontrola çeteyên DAIŞ de artêşa Iraqê û milîsên Şîî yên dilxwaz pêşde diçin. Di operasyonên li herêmên Mansûriye û Cîbel 25 çete hatin kuştin. Kontrola 3 nuqteyan ket destê artêşa Iraqê.

Çeteyên DAIŞ ên bi êrîşên pêşmergeyên YNK’ê lewaz bûn, artêşa Iraqê jî darbeyan li çeteyan dide. Nûçeyên ku tên gotin, çeperên DAIŞ ên li başûrê Sadiye û Celewla hildiweşin tên. Artêşa Iraqê ya li bakurê rojhilatê Bexda, herêmên Diyala û Cîbel operasyonên xwe bilez kiriye careke din, herêmên Mîkdadiye, Çomanî û Sdur kir bin kontrola xwe. Di operasyonan de 25 çete hatin kuştin. Wezîrê Parastinê dîmenên operasyonê bi çapemeniyê re parve kir.

Wezareta Parastinê ya der barê operasyonan de daxuyaniyeke nivîskî weşand, da xuyakirin ku li gelek herêmên Diyala hêzên artêşê yên milîsên dilxwaz jî piştgirî didin wan li hember çeteyên DAIŞ pêşde çûne, hêzên hewayî yên Iraqê jî li hember çeteyan êrîşên hewayî didomînin.

Fermandarên artêşê yên der barê mijarê de daxuyanî dan gotin ku herêmên Mîkdadiye, Çumanî û Sdur ên Diyala hatine rizgarkirin, di operasyonan de 25 çeteyên DAIŞ hatine kuştin, 7 wesayît hatine bêbandorkirin. Hêza Operasyonan a Dîcle jî di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kir ku tîma snîper a 14 kesan a çeteyên DAIŞ ku li Diyala sivîlan qetil dike di operasyonekê de hatine kuştin.