Li dijî qeyûman li gelek bajaran stand hatin danîn

Desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê li gelek welatên Ewropayê bi çalakiyan hatin şermezarkirin. Her wiha der barê mijarê de raya giştî hate agahdarkirin.

Kurdistanî li gelek bajarên Ewropayê daketin qadan û desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê şermezar kirin û raya giştî agahdar kirin.

OSNABRUCK/BIELEFELD

Li bajarên Osnabruck û Bielefeldê yên Elmanyayê, desteserkirina şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê bi çalakiyên li ber avahiyên şaredariyan hate şermezarkirin.

Di çalakiyan de raya giştî jî hate agahdarkirin.

KOLN

Çalakiya protestoyî ya li bajarê Kolnê yê Elmanyayê di roja 11'an de dom kir. Konê agahdarkirinê saet 16'an li Bahnhofvorplatzê hate vedan. Di çalakiyê de der barê desteserkirina şaredariyên HDP'î de axaftin hatin kirin û raya giştî hate agahdarkirin.

Ji bo meş û çalakiyên 31'ê Tebaxê û 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Dinyayê banga tevlîbûnê hate kirin.

DORTMUND

Li bajarê Dortmund ê Elmanyayê jî bi heman armancê Kurdistanî tevî dostên xwe li hev kom bûn. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û raya giştî hate agahdarkirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê çalakiyên ji bo şermezarkirina qeyûm didomin.

Kurdistaniyan li meydana Vieux-Portê standa agahdarkirinê danîn. Çalakî bi hevkariya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan û TEV-ÇAND'ê pêk hat.

Kurdistaniyan ala HDP'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Ocalan hildan û rejîma Erdogan şermezar kirin.

Standa li Marsîlyayê wê îro li meydana Castelanê bê danîn.

DEN HAAG/AMSTERDAM

Dagirkeriya qeyûm li bajarên Den Haag û Amsterdam ên Hollandayê hate şermezarkirin. Li ber parlamentê ya li Den Haagê û li meydana Dam a li Amsterdamê standa agahdarkirinê hatin vedan. Der barê mijarê de bi belavokan raya giştî hate agahdarkirin.

Endamên Yekîtiya Suryaniyan a Ewropayê jî tevlî çalakiyê bûn.