Li girtîgeha Tîpa D ya Denîzliyê, Hayatî Kaytanê ku nexweşek giran e û ligel 4 girtiyên siyasî dimîne diyar kir ku tecrîd û îzolasyonek li ser wane û wiha got: “Li girtîgehê mafên bi awayekî keyfî tên binpêkirin. Mafên me yên sohbet û nameyên navxweyî yên di giştînameyan de cih digirin jî bi hincetên vala tên qedexekirin. Li dijî vê xetereya jiyanê ya ku em pêre rû bi rû ne rêveberiya girtîgehê berpirsyar e.
Girtiyên bi navê Hayatî Kaytan ligel rapora wî ya ‘nikare tenê bijî’ li girtîgeha Tîpa D ya Denîzliyê di nav şert û mercên giran de dijî. Kaytan derbarê tecrîda li ser wan nameyek nivîsî. Kaytanê ji 2003’an de di girtîgehê de ye û cezayê muebetê lê hatiye birîn, di nameya şand ji ÎHD’ê re diyar kir ku pêkanînên keyfî li ser wan tên meşandin.
Kaytan diyar kir ku di 20 çileyê 2012’an beyê daxwaza wî ew ji Kiriklarê şandine girtîgeha Denîzliyê û wiha got: “Nêzî 4 meh û nîvan ez di hucreyê de hatim ragirtim. Ligel ku rapora min jî hebû. Hin hevalên ku girtîgeha Osmaniyê û Kurkçulerê anîbûn, em bi hev re kirin hucreyekê. Ligel israrên me em kirin odeyekê. Ev girtîgeha girtiyên edlî lê dimînin. Em 5 girtiyên siyasî ne. me xwest em biçin girtîgehên din. Wan jî got sewqê binivîsin em dê bibin alîkar. ligel hewldanên me daxwaz hatin redkirin. Ji ber ku hemû girtîgeh tije ne kapasîte tune.”
JI BER KU ME DAXWAZNAME DA LÊPIRSÎN VEKIRIN
Kaytan wiha pê de çû: “Em di îşkenceyek mezin de ne. Em bi şêwazeke wisa tên ragirtin ku weke ku em bin karantînayê de ne. Pencereyên me jî hatine boyaxkirin. Tu derfetên bernameyan bo me nayê nasîn. Tenê hefteyê 45 deqeyan em derdixistin sporê, lê ev jî ji ber cezayan hat astengkirin. Me daxwaznameyek ji wezaretê re şand. Ji ber vê daxwaznameyê li dijî me her 5’an lêpirsîn hat vekirin. Nahêlin em biçin cem hevalên xwe yên girtîghên din. Em tu encamê ji serlêdanên xwe nagirin.
Kaytan da zanîn ku herî dawî 91 xwendekarên ji Zanîngeha Pamukkaleyê dixwendin dema ji daxuyaniye ji ber grevên birçîbûnê vedigeriyan hatine binçavkirin û piştre hatine berdan û got: “Ji ber ku xwendekar nehatin girtin dewleta kûr nerehet bû û ji ber vê zextên li ser heyeta dadgehê, dozger zêde kirin. Ji ber vê dozger der barê 30 xwendekarî de biryara girtinê da. Ev xwendekar anîn aliyê me û di blokek dûr de bicih kirin. Ji ber ku li girtîgehên netewperest-nîjandperet û şoven êrîşê wan nekin pencereyê wan jî boyax kirine.”
MAFÊ SOHBETÊ TUNE
Kaytan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me xwest em di dem bi dem bên cem hev. Ligel ku me bi dehan carî got midûr ev qebûl nekir. Dibe ku girtiyên edlî pirsgirêkek wan ya wisa tune be lê ligorî giştînameya wezaretê 10 saet mafê sohbetê heye. Weke her kes jî dizane mafê sohbetê li her girtîgehê li ber çavan tê girtin û li vê girtîgehê ji aliyê girtîgehê ve tê tunekirin.”
JI MIRINAN RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ BERPIRSYAR E
Kaytan diyar kir ku tecrîd û îzolasyona li ser wan tê meşandin bi zanebûn û keyfî pêk tê û got: “Dozgerê girtîgehê dema grevan hat odeya me û got em dixwazin we ji vir bişînin. Lê got tiştek ji destê me nayê. Lê îdareya girtîgehê ligel ku dikare vê tecrîdê sivik bike, nake. Ji bo kesên nû tê girtin girtîgeh weke cehnemê ye. Tecrîda em niha dijî hevalên me yên xwendekar jî dijin. Em jiyana hevalên xwe bi fikar in. Ji hemû bûyerên neyînî îdareya girtîgehê berpirsyar e. Her wiha ligel ku di nava saziyê de ji hev re mafê name şandinê heye, ewa jî ji aliyê girtîgehê ve hatiye astengkirin.”
Kaytan da zanîn ku hevalên ligel wî dimînin Fahrettîn Kocakaya, Hasan Keleş, Zekî Demîrhan û Ramazan Nazlier.