Li Cizîrê nivîsên ‘Pêşî Peya’ hatin jêbirin
Li navçeya Cizîr a Şirnexê hişyariyên ‘Pêşî Peya’ yên ku şaredariyê li ser rêyan nivîsandî, bi fermana Wezareta Karên Hundir hate jêbirin.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê hişyariyên ‘Pêşî Peya’ yên ku şaredariyê li ser rêyan nivîsandî, bi fermana Wezareta Karên Hundir hate jêbirin.
Piştî fermana Wezareta Karên Hundir a Tirk li navçeya Cizîr a Şirnexê jî, hişyariyên bi Kurdî yên li ser rêyên peya hatin hedefgirtin.
Nivîsên “Pêşî Peya” yên li Cadeya Orhan Dogan hatine nivîsîn, hatin jêbirin.
Hat zanîn ku şaredariya DEM Partiyê wê li şûna nivîsên ku hatine jêbirin, yên nû binivîsin.