'Li cihê ku hiqûq tune be, berxwedan heye'

Parêzvana mafên mirovan Gunselî Sûna Kaya got, "Li cihê ku hiqûq tune be, berxwedan heye. Hêviya min ji paşerojê heye."

Seroka berê ya ÎHD Şaxê Îzmîrê û parêzvana mafên mirovan Gunelî Sûna Kaya bi wesîleya salvegera darbeya faşîst a 12'ê Îlona 1980'an işaret bi kiryarên rejîma heyî kir.

Kaya diyar kir, darbeya ku beriya niha bi 38 salan hate kirin li dijî rêxistinbûna sendîkayî û têkoşîna li lîste û zanîngehan bû. Sûna Kaya destnîşan kir ku daxwazên çîna karkeran ji daxwazên aboriyê veguherî daxwazên civakî û edaletê.

Kaya işaret bi rewşa heyî kir û anî ziman ku gotinên ji devê şexsekî derdikevin dibin qanûn û got, "Hevserokên partiyan, hevşaredar û encamên meclîsên şaredariyan ku dengê bi milyonan mirovî wergirtin, niha girtî ne. Ka digotin 'serwerî ya milet e'. Gelo mebesta ji milet, miletê ku destekê dide desthilatdariyê ye?"

Kaya da xuyakirin ku faşîzmê rêbazên xwe guhertiye, lê li aliyê din şoreşgeran jî amûrên piştevanî û berxwedanê zêde kirine. Kaya diyar kir, pêşketina herî girîng jî li aliyê jinan bûye û got, "Li dijî kiryar û qanûnên feodal û paşverû, jinên her temenî dadikevin qadan û li ber xwe didin. Li her bajarî karker, karkerên jin li ber xwe didin. Li cihê ku hiqûq tune be, berxwedan heye. Hêviya min ji paşerojê heye. Saziyên 12'ê Îlonê dewam bikin jî, zû ya jî dereng wê taliyê biqedin."