Li Bûrsayê serdegirtina malan: 10 binçavî

Li Bûrsayê serdegirtina malan: 10 binçavî

Li navçeya Yildirim a Bûrsayê polîsan bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 10 kes binçavkirin.

Li taxa Ulusê ya Navçeya Yildirima Bûrsayê polîsan bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 2 jê zarok bi tevahî 10 kes binçav kirin.

Hate zanîn ku polîsan di serdegirtina malan de xanî tev li hev kirin û serûbino kirin. Kesên ku hatin binçavkirin û navê wan wiha ye: "Salîha Yenturk, Murat Yenturk, Necla Yenturk û zarokên bi navê F.Y. û S.Y. binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Bûrsayê. Zarokêku hate binçavkirin kir qêrîn û diyar kir ku jibo ser êrîşên li hemberî kurdan veşêrin niha binçav dikin.