Li Bremenê panela li ser grevên birçîbûnê

Li bajarê Bremen ê Elmanyayê ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan panelek hate lidarxistin û bang li sazî û dewletên Ewropayê hate kirin ku bi berpirsyarî tevbigerin.

'Platforma piştevaniya bi berxwedêrên greva birçîbûnê re' li bajarê Bremen ê Elmanyayê panelek li dar xist. Nêzî 250 kes tevlî panelê bûn.

Panel ji aliyê Doçent Çetîn Guven ve hate birêvebirin û parlamenterê berê yê HDP'ê Hasîp Kaplan, Lezgîn Botan, Hevşaredara Cizîrê ya ji ber qeyûm ji ber wezîfeyê hate girtin Leyla Îmret û parêzer Dogan Akin weke qiseker tevlî bûn.

'ÊDÎ GEL TECRÎDKIRÎ YE'

Hasîp Kaplan bal kişand ser berxwedana Leyla Guven û got, "Sala 1999'an dema ku weke parêzer me dixwest biçin gel Birêz Abdullah Ocalan, heta pênûsên me ji her alî ve kontrol dikirin. Me destê xwe dixist hundirê cîhazekê û bi wî rengî em derbas dibûn. Wê demê ji bo aştiyê pêwîstî bi agirbestê hebû û ev yek pêk dihat. Tirkiye jî li ser rêya Yekîtiya Ewropayê bi pêş ve diçû. Lê niha rewş guheriye, gelê Kurd bi rengekî topyekûn hatiye tecrîdkirin."

'DMME NEÇAR E BIKEVE NAVA HEWLDANAN'

Ji Zanîngeha Bremenê hiqûqnas Dr. Sebatian Eickenjaeger jî bal kişand ser dîroka avabûna Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û diyar kir, ji bo grevên birçîbûnê divê hewldaneke hiqûqî hebe.

'ERDOGAN JI HÎTLER BÊHTIR MIROV KUŞT'

Lezgîn Botan jî got, "Erdogan û çeteyê wî ji Hîtler bêhtir mirov kuşt" û diyar kir, bêdengiya Ewropayê li pêşberî komkujiyan û tecrîdê li demokrasiya wê nayê. Botan got, "Danûstandin sekinandin, divê tavilê bikevin nava liv û tevgerê."

Berdevka Platforma Aştiyê Barbara Heller jî nerazîbûn nîşanî dewleta Elman da ji ber ku çekan difiroşe Tirkiyeyê. Heller ji bo grevên birçîbûnê xwest hewldanek were kirin.

'HÊVÎ BI VEKIRINA DERIYÊ ÎMRALIYÊ VE GIRÊDAYÎ YE'

Leyla Îmret jî destnîşan kir ku yekane hêvî bi vekirina deriyên Îmraliyê ve girêdayî ye û bang li CPT û Ewropayê kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Keça berxwedêrê greva birçîbûnê Yuksel Koç Dîlan Koç jî got, "Tevî ku bavê min di greva birçîbûnê de ye, cesaretê dide min. Em diçin serdana wî, ez hestiyên wî hîs dikim, dema ku wî hembêz dikim dibêjim qet tiştekî nerm hembêz dikim."