Li Bonn, Koblenz û Charleroiyê çalakiyên Efrînê
Li gelek bajarên Ewropayê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li hember Efrînê didomin. Li Bajarên Elmanya Bonn û Koblenzê û bajarê Belçîka Charleroi çalakî hene.
Li gelek bajarên Ewropayê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li hember Efrînê didomin. Li Bajarên Elmanya Bonn û Koblenzê û bajarê Belçîka Charleroi çalakî hene.
Li bajarê Elmanya Bonê li pêşiya nûneriya NY çalakî pêk hat. Çalakgeran bang li NY’yî ki ku erka xwe bi cih bîne û li hember êrîşa dagirkirinê ya Efrînê derbikeve.
LI navenda bajarê Elmanya Koblenzê jî ji bo Efrînê çalakiya protestoyê hebû. Di çalakiya ku bi sedan kes beşdar bûn de hevkariya Rusya ya bi Tirkiyê re û bêdengiya cîhana rojavayî hate şermezarkirin.
Li Bajarê Belçîka Charleroi jî meşa dirêj a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Efrînê kete roja duyemîn de. Meşvan wê îro heta bajarê Wavre bimeşin û roja Yekşemê li bajarê Everê bi dawî bibe.