Li Beyoglûyê 2 wesayît hatin şewitandin

Li Beyoglûyê 2 wesayît hatin şewitandin

2 wesayîtên li Okmeydaniyê park kirî ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hatin şewitandin.

Şeva din li Kolana Yarpuz ya li Okmeydana Beyoglûyê 2 wesayîtên park kirî ji aliyê hinek kesên nasnameya wan nediyar û rûpûş ve bi molotofan hatin şewitandin. Wesayîtên şewitîn bû sedem ku qûtiya gaza xwezayî ya avahiyekê bihele û teqînek mezin rû da. Dema ku agir rastî deriyê malê hilbû, rûniştvanên avahiyê asê man. Piştî ku yekîneyên îtfayê agirê bi wesayîtan ve vemirandin ketin malê. Rûniştvanên avahiyê ji ber agir çûn ser ban û bi rêya pêpelîsk3en îtfayeyê anîn xwar. Gelek rûniştvanên ji ber gazê bandor bûn, ekîbên tenduristiyê maskeyên oksîjenê danê.

LI OKMEYDANIYÊ PANÎKA BOMBEYÊ

Li aliyê din jî li ser rêya nêzî rawestgeha otobusan ya Şark Kahvesî Cemal Kamaci ya Okmeydaniyê parnkarta “Em dê Nebîha Araci destûr nedin bikujin. Em dê hesabê Ferhat ji berpirsan bipirsîn.DHK-Ç” hate daliqandin. Qutiyeka ku bi rexê pankartê ve hatî hilawistin bû sedema panîka bombeyê. Li ser vê yekîneyên îmha kirina bombeyan hatin cihê bûyerê û pir bi şelîta emniyetê rê girtin. 2 makîneyên rakirina wesayîtan anîn nêzî pirê û wesayîtên li ser pirê hemû rakirin. Pisporên îmha kirina bombeyan benikên pankar pêve birîn û pankart ket ser rê. Qutiya ku bi rexê pankartê ve jî bi funyeyê teqandin û hate zanîn ku bombe nîne.