Li bajarê Almanya Hamburgê ji bo piştevaniya siyasetmedarê Kurd Alî Îhsan Kitay ê ku 14 mehin bi hinceta “endamê KCK’ê ye” mitîngek hate lidarxistin.
Mitîng ji aliyê Înîsiyatîfa ‘Ji Alî Îhsan re Azadî” ve li ber Girtîgeha Dammtorê ji bi beşdariya bi dehan kesî hate lidarxistin.
Kurdan di mitîngê de dirûşimên ji bo piştgiriya girtiyê Kurd ê siyasî yê li Hamburgê girtî ye, qêriyan, û banga tevlîbûna rûniştina doza wî hate kirin.
Rûniştina doza Kitay dê roja 12’ê berfanbarê saet di 09.00 de dest pê bike û dê heta dawiya meha sibatê berdewam bike.