Li Bedlîsê 8 xwendekar hatin binçavkirin. Di encama serdegirtina kampusa Zanîngeha Eren a Bedlîsê de 8 xwendekar hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina xwendekaran nehate zanîn.
Roja 7’ê berfanbarê jî di saetên danê sibê de, polîsan bi ser gelek malan de girtibûn û tevî rêveberên BDP’ê û xwendekar 7 kes binçav kiribûn. Ji vana 4 kes hatibûn girtin.