Li Bazîdê bi hezaran kesî Newroz pîroz kir
Li navçeya Bazîd a Agiriyê, bi hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn. Ji berî û piştî pîrozbahiyê ciwan meşiyan.
Li navçeya Bazîd a Agiriyê, bi hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn. Ji berî û piştî pîrozbahiyê ciwan meşiyan.
Yek ji navendên Serhedê yên herî zêde bi coş û girseyî Newroz pîroz kirin navçeya Bazîdê bû. Gelê Bazîdê bi tevlîbûna hezaran Newroz pîroz kir.
Gelê Bazîdê di saetên serê sibê de li pêş avahiya HDP'ê kom bûn û bi girseyî meşiyan qada pîrozbahiyê. Girse li qada tenişta şaredariyê hatin gel hev û bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. Bi hezaran kes ji gund û taxan hatin li qadê kom bûn û Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de Hevseroka HDP'ê ya Bazîdê Gonul Ozturk, daxwaza aştiyê kir û bertek nîşanî betalkirina îmzeya Peymana Stenbonlê da. Hevserokê HDP'ê yê Bazîdê Abdullah Ekelîk jî Newroza girtiyên li dijî tecrîdê ketine grevê pîroz kir. Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Abdullah Koç jî bal kişand wate û girîngiya Newrozê ya ji bo gelên bindest.
CIWAN MEŞIYAN
Piştî pîrozbahiyê bi sedan ciwanên li qada Newrozê kom bûbûn, meşiyan. Ciwanên beşdarî Newrozê bûn, li Kolana Cumhuriyetê meşek girseyî lidarxistin û bê navber dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana zindana" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.