Li Başûr hilbijartin qediya, lê sûcdarkirina hev neqediya!

Encamên fermî yên hilbijartina giştî ya li gelemperiya Iraqê hê nehatiye eşkerekirin. Li Başûrê Kurdistanê jî partiyên siyasî hevdu sûcdar dikin.

Li gelemperiya Iraqê rêjeya tevlîbûna li hilbijartina parlamentê nêzî 45 ji sedî bû. Li gorî encamên ne fermî Serokwezîrê heyî Haydar Ebadî li gelemperiya Iraqê i pêş e. Bloka ku Muqteda Es Sadr pêşengiyê jê re dike di rêza duyemîn de ye.

Li Başûrê Kurdistanê jî partiyên siyasî hevdu sûcdar dikin. Rayedarên PDK'ê gunehan dixin stuyê YNK'ê, YNK jî sûcdariyan red dike.

PARTIYÊN SIYASÎ HEVDU SÛCDAR DIKIN

Rayedarên Tevgera Goran, Yekgirtû, Koalîsyona Edalet û Demokrasiyê û Komela li Silêmaniyeyê li hev civiyan û ragihandin ku ew encamên hilbijartinê qebûl nakin. Her çar partiyê siyasî xwestin, hilbijartin ji nû ve bê kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em temamiya hilbijartinê red dikin û qebûl nakin. Em dixwazin hilbijartina li herêma Kurdistanê û Kerkûk û herêmên din ên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne ji nû ve bê kirin."

Tevgera Nifşên Nû jî di navê de hin partiyên siyasî jî li ber encamên hilbijartinê yên li Helebçeyê rabûn. Partiyên siyasî îdîa dikin ku YNK'ê encamên li Silêmanî û Helebçeyê guhertiye.

YNK'ê jî diyar kir ku li Duhok û Hewlêrê fen hatiye kirin û li ber encaman rabû.

Partiya Komunîst a Kurdistanê jî xwest jimartina dengan bi dest bê kirin.

HEJMARA PARLAMENTERAN HÊ NE ZELAL E

Saziyên medyayê yên nêzî partiyên siyasî, li ser hejmara parlamenterên li hin bajaran agahiyan didin, lê desteya hilbijartinê di vê mijarê de hê daxuyaniyeke zelal nedaye.

NIFŞÊ NÛ DAXUYANÎ DA

Lîsteya Nifşên Nû jî daxuyaniyek da û diyar kir ku encamên ne fermî yên tên eşkerekirin, dûrî ji encamên rasteqîn e. Di daxuyaniyê de hate gotin ku wê li gorî encamên fermî helwesta xwe nîşan bidin.

DAXUYANIYA YNK'Ê

Xuya ye ku YNK ji encamên giştî razî ye. Di daxuyaniya YNK'ê de hate gotin, "Hevrikiya hilbijartinê qediya. Weke aliyên siyasî yên Kurd, ji bo bidestxistina mafên demokratîk û qanûnî, divê em bi ruhê Kurdîtiyê bi yekgirtî tevbigerin."