Ebadî xwest 'encama rast' a hilbijartinê tavilê bê eşkerekirin

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî bang li komîsyona hilbijartinê kir ku 'encamên rastî' eşkere bike.

Li ser bûyerên piştî hilbijartina parlamenta Iraqê li Başûrê Kurdistanê û Iraqê rû dan, ji Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî daxuyaniyeke nivîskî hate weşandin.

Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku tevlîheviya piştî hilbijartinê li Kerkûkê û wîlayetên li Herêma Kurdistanê rû dan tavilê biqedin û pirsgirêkên derketin holê demek ji ya din zûtir çareser bibin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Pêwîste hêzên ewlekariyê Kerkûkê û bajarên din ên Herêma Kurdistanê ewle bikin û aramiyê bi cih bînin.

Li ser encamên hilbijartinê di navbera aliyan de pirsgirêkên cidî rû dan. Ji bo pirsgirêk mezin nebin pêwîste Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê bi lez û bez karê xwe bike. Sindoqên bi guman ên li herêmên nîqaş lê bûne derhal binirxîne û encama rastî eşkere bike. Girîng e encamên rast û pê bawer ên hilbijartinê ji aliyê komîsyonê ve bên zelalkirin û ji raya giştî re bên ragihandin."