Partiyên serdest ên li Başûrê Kurdistanê kêm kirin

Di hilbijartina parlamenta Iraqê de PDK'ê li sê herêmên Başûrê Kurdistanê kêm kir. Tevî ku PDK'ê li du herêman dengê herî zêde derxist, li gorî hilbijartina beriya niha gelekî kêm kiriye.

Roja Şemiyê bang li zêdeyî 24 milyon dengdêrên li gelemperiya Iraqê hate kirin ji bo dengê xwe bidin. Rêjeya tevlîbûna li hilbijartinê kêm bû. Li Herêma Kurdistanê ya Federe hilbijêran zêde xwe nedan ber dengdanê. Encama derkete holê jî raxist pêş çavan ku partiyên heta niha serdest in, qels bûne. Lê weke ku dihate payin PDK li Hewlêr û Duhokê, YNK jî li Silêmanî bûn partiya yekemîn.

Her wiha gelek gilî û gazin tên kirin ku di hilbijartinê de dek û dolab hatine gerandin. Tevgera Goran, Koalîsyona Edalet û Demokrasiyê, Partiya Demokrat a Kurdistanê, Yekgirtû Îslamî, Komela Îslamî û Nifşê Nû daxuyanî dan û diyar kirin ku di hilbijartinê de fen hatiye kirin. Bi taybetî ji Silêmanî û Helebçeyê gilî û gazin hatin kirin ku fen hatiye kirin.

NIFŞÊ NÛ LI HEWLÊRÊ 2 PARLAMENTER DERXIST

Nerazîbûna li encaman dewam dike. Tevî vê yekê, dema mirov encamên vê hilbijartinê û yên beriya niha didin ber hev, eşkere dibe ku partiyên bingehîn gelekî kêm kirine.

Encamên li Hewlêrê wiha ne: PDK 68 hezar û 285 deng, YNK 17 hezar û 236 deng, Nifşê Nû 11 hezar û 232 deng, Koalîsyon 9 hezar û 789 deng, Tevgera Goran 6 hezar û 254 deng, Komel 5 hezar û 369 deng, Yekgirtû 3 hezar û 254 deng bi dest xistin.

Li gorî vê encamê, PDK'ê 9 parlamenter, YNK 3, Nifşê Nû 2, Komele û Goran her yek ji wan parlamenterek bi dest xistin.

Encamên herêma Duhokê: PDK 84 hezar deng, Yekgirtû 41 hezar û 100 deng, Koalîsyon 24 hezar deng, YNK 22 hezar deng, Nifşê Nû 638 deng, Tevgera Goran 536 deng û Komel 252 deng.

Li gorî encamên dengdana li Duhokê, PDK'ê 9 parlamenter, Yekgirtû jî 2 parlametner bi dest ve anîn.

Encamên herêma Silêmanî: YNK 37 hezar û 23 deng, Tevgera Goran 25 hezar û 267 deng, Nifşê Nû 10 hezar û 193 deng, Koalîsyon 7 hezar û 398 deng, KDP 6 hezar û 59 deng, Komel 5 hezar û 650 deng, Yekgirtû 3 hezar û 638 deng.

Nehat hînbûn bê li Silêmanî kîjan partiyê çiqas parlamenter derxistine. Li Hewlêr û Duhokê di çarçoveya kotayê de parlamenterek dibe para civata Xiristiyan.

ENCAMÊN 2014'AN

Di hilbijartina herêmî de ya sala 2014'an, PDK li Başûrê Kurdistanê bûbû partiya yekemîn, Tevgera Goran bûbû duyemîn û YNK jî bûbû partiya sêyemîn. PDK'ê li Hewlêrê 372 hezar, li Silêmanî 86 hezar û li Duhokê jî 357 hezar deng standibû. Di heman hilbijartinê de Tevgera Goran li Hewlêrê 108 hezar, li Silêmanî 359 hezar, li Duhokê jî zêdeyî 22 hezar deng girtibû.

Dema mirov encamên hilbijartina heyî û ya sala 2014'an didin ber hev, eşkere dibe ku her sê partiyan gelekî kêm kirine. PDK'ê sala 2014'an bi giştî 34 parlamenter, YNK'ê 19 parlamenter û Tevgera Goran jî 17 parlamenter derxistibûn.

ÇAR PARTIYAN XWESTIN DENGDAN DUBARE BIBE

Piştî dengdanê hemû partiyan gotin ku dek û dolab di dengdanê de hatiye gerandin. PDK û YNK jî di nav de. Bi taybetî rayedarê Tevgera Goran, Yekgirtû, Koalîsyona Edalet û Demokrasiyê û Komelê li Girgê Zergete yê Goran li hev civiyan û daxuyaniyeke hevpar dan. Her çar partiyan diyar kirin ku sîstema elektronîk a dengdanê hatiye şikandin û xwestin hilbijartin bê betalkirin. Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Em temamiya hilbijartinê red dikin û qebûl nakin. Em ji Parlamenta Iraqê dixwazin ku li Herêma Kurdistanê û li Kerkûk û herêmên din ên bi nîqaş ên li derveyî îdareya Kurdistanê ne, dengdan bê dubarekirin."