Li Atîna û Hannoverê dewleta Tirk hate protestokirin

Li paytexta Yewnanistan Atînayê û bajarê Hannover ê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengalê bi meşekê hate protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan li paytexta Yewnanistan Atînayê bi meşekê êrîşên dewleta Tirk protestokirin.

Meş ji pêşiya parlemetoya bajêr destpê kir heta pêşiya Sefaretxaneya Tirk dom kir. Di meşê de pankartên ku êrîşa dewleta Tirk şemrezar dike û li gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alên PKK’ê hatin bilindkirin.

Li pêşiya sefaretxaneyê dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Faşîst Erdogan, dîktator Erdogan’ hatin qîrkirin.

Di çalakiyê de siyasetmedarê Kurd Metîn Bîngol axivî û diyar kir ku dewleta Tirk xwe li hember destkeftiyên Kurdan ranegirt û êrîşî Kurdan dike. Bi êrîşeke hovane bombe li ser Êzidiyan barandin.

Bîngol bang li hemû gelê Kurd kir ku li dijî êrîşan rabe ser xwe û faşîzma dewleta Tirk protesto bikin.

HANNOVER

Li ser bangewaziya Meclîsa bajarê Hannover û Hîldesheîmê Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê ku têde Mam Zekî Şengalî şehîd bibû, li Nîedersaksen û Saksonyajerînê daketin qadan.

Bi hezaran walatî li Gara bajarê Hannoverê kom bûn û piştî deqeyek rêzgirtinê di kesayeta şehîd Zekî Şengalî de ji bo hemû şehîdên Kurdistanê rêz girtin, dest bi meşê kirin.

Di meşê de bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ hatin berzkirin.

Di meşê de hevserokê KCKD-E’yê Yuksel Koç, ji NAV-DEM’ê Elî Saçîk, Hevserokê Meclîsa Hannoverê Altûn û Ciwan Çelîk, Hevserokê Meclîsa Hîldesheîm Azad û Xetîce û her wiha komîn û Meclîsa Eyaleta Saksonya jêrîn jî amade bû.