Li Amedê li ser 'tecrîd'ê panêl: Tecrîdê em hemû dorpêç kirine

Li Amedê li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi tevlêbûna Eren Keskîn û Akin Bildar panêlek hate danîn. Bîrdal got, ''Tecrîdê em hemû dorpêç kirine''.

Eren Keskîn diyar kir ku greva birçîbûnê ya ku Leyla Guven daye destpêkirin çalakiyek xwezayî ye û got: “Divê mafê her girtî yê hevdîtinê hebe. Ocalan jî xwedî heman mafî ye.” Serokê ÎHD’ê yê berê Akin Bîrdal jî got wan xwestiye li Enqereyê bi rayedaran re hevdîtin bikin lê mutabab nedîtine.

Şaxa Komeleya Mafên (ÎHD) a Amedê bi mijara “Tecrîd û grevên birçîbûnê, heqîqet û berpirsiyarî” panel li dar xist. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û Serokê Giştî yê ÎHD’ê yê berê wek panelîst beşdarî panelê bûn.

Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn axivî û bi bîr xist ku wan ewilî Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ziyaret kiriye. Keskîn got: “Ji bo em Leyla Guven û girtiyên din bidin jiyîn li rê û rêbazan digerin. Du roj berê hevalek dawî li jiyana xwe anî. Dema em bi Leyla re axivîn me dît ku ev roj dişibin salên 90’î.”

'DEWLETEK QIRKER LI HEMBER ME HEYE’

Keskîn da zanîn ku pêvajoya diqewime tenê ne meseleya AKP’ê ye û domand: “Di vê pêvajoyê de rêxistinbûna dewletê mijara gotinê ye. Dewleta kûr mijara gotinê ye. Dewletek qirkirinê pêk tîne li hember me heye. Me li ser tecrîdkirina Abdullah Ocalan û tecrîd ji ku derketiye lêkolînan kir. Li gorî lêkolînên me derket holê ku ‘mirovek çawa ji mirovatiya xwe derdikeve’ ji aliyê rêxistina îstîxbarata CIA ya DYA’yê ve derxistine holê û li ser girtiyek pêk anîne. Me vê kir pirtûk. Tecrîd pêkanîna ji bo kes ji teşeyê xwe derkeve ye.”

‘OCALAN XWEDÎ HEMAN MAFÎ YE’

Keskîn anî ziman ku ew wek parêzvanê mafêm mirovan tecrîdê teswîb nabînin û got: “Greva birçîbûnê ya Leyla Guven daye destpêkirin çalakiyek gellek xwezayî ne. Mafê her girtiyî yê hevdîtinê heye. Abdullah Ocalan jî xwedî heman mafî ye. Lê mixabin Ocalan tecrîd dikin.”

'TECRÎD ME HEMÛYAN DORPÊÇ DIKE’

Serokê Giştî yê ÎHD’ê yê berê Akin Bîrdal jî bi gotinên “Bi rojan e dilê me li Amedê lê dide” dest bi axaftina xwe kir û got: “Me li Enqereyê ji bo mijara tecrîdê xwest bi rayedaran re hevdîtin bikin, lê mixabin muxatab tune ne. Me berê jî şahidiya grevên birçîbûnê kir. Muxatebek hatibû dîtin û mesele hatibû çareserkirin. Lê niha me heyet ava kiriye û hevalê me Ziya Halîs li Wezareta Dadê digere, lê ji me re dibêjin em ê êvarê vegerin we. Bi bahaneyên hilbijartinê bi me re hevdîtin nakin. Tecrîdê em hemû dorpêç kirine. Girtiyek ku gel dibêje ‘rêberê min e’ ev ji aliyê hiqûqî wêdetir aliyê wê siyasî hene. Leyla Guven jî dixwaze vê yekê teşhîr bike. Dixwaze balê bikişîne ser neçareserkirina pirsgirêka kurd. Guven giraniya şertên girtîgehan nîşanî me dide. 261 hezar girtî hene û 480 hezar kes jî bi kontrola serbestiyê hene.”

'LEYLA RÛYÊ WAN TEŞHÎR DIKE’

Akin diyar kir ku tecrîd bibe encama tiştên neyînî û got: “Di şexsê kes de tecrîdê li ser gelên me pêk tînin. Pirsgirêkên nasname, ziman û gelek pirsgirêkan bi xwe re tîne. Îro me Leyla ziyaret kir. Leyla rûyê qirêj yê civaka navnetewî teşhîr dike.”