Li Amedê bi sed hezaran kesan Newroz pîroz kirin

Ligel êrîş û astengiyên polîsên Tirk bi sed hezaran kesan li Amedê Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate silavkirin û xwedî li girtiyan û HDP’ê hate derketin.

Qada  Newrozê ya Amedê ku her sal malovaniya sedhezaran kesan dike, îsal jî bi sed hezaran kes li qada Newrozê kom bûn û Newroz pîroz kirin. Parka Newrozê ku di sala 2013'an de Nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê hat xwendin û zêdeyî milyonek kes beşdar bû, îsal jî bi sed hezaran bi coş û heybetek mezin Newroz pîroz kir. Her sal dema şaredarî di destê HDP'ê de bû otobusên şaredariyê gel dibirin qada Newrozê. Lê îsal ji ber qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, otobusên şaredariye xizmeta gel nekir. Otobusê şaredariyê li şûna gel vê carê polîs kişandin qada Newrozê.

Girseya ku tevî hemû astengiyan berê xwe da qada Newrozê bi cilên xwe yên rengîn qada Newrozê neqişandin, bi awayeki xwezayî çanda cil û bergê Kurdî li qadê dan pêşandan. Endamên Tora Çand û ziman û Platforma  Zimanê Kurdî ku kampanya Zimanê Kurdî di 22'ê Sibatê de dabûn destpêkirin, li ketina qada Newrozê gelek stand vekirin û îmze kom kirin. Gel eleqeyek mezin nîşanî standên îmzeyan dan. Aktîvistên ziman bi hezaran imze kom kirin. 

Bi sed hezaran kesên beşdarî Newrozê bûn ji destpêkê heta dawiya pîrozbahiyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşme berz kirin. Gel tevi hemû astengiyan posterên Ocalan xistin qadê û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. 

Li qada Newrozê tişta herî zêde bal kişand ser xwe alên PKK'ê bûn. Piştî Wezîr Suleyman Soylu got me 'qedand' zêdebûna alên PKK'ê bal kişad ser xwe. 

Girseya ku li qadê tev li Newrozê bûn hêrsa xwe ya li diji tecrîdê anîn ziman û li çalakiya greva birçîbûnê ya li zindanan xwedî derketin. Girsê bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Girsê pankarta “Ruhê Newrozê iro li zindanan li seranserî jiyanê zindî bûye û gihiştiye wateya xwe ya dîrokî” vekirin. 

Dîsa girsê li dijî daxwaza girtina HDP'ê bertekên xwe anîn zimanm û gotin "HDP gel e, gel li vir e" û “Dest nede vîna min". Girsê dîsa li Qada Newrozê daxwaza yekîtiya neteweya Kurdan anîn ziman û gotina Cegerxwîn a “Heger hûn nebin yek, hûnê herin yek bi yek” berz kirin.

Bi hezaran kesên ku Meclîsa Ciwanên HDP'ê peşengiye j wan re dike pankarta “Em roja xwe silav dikin, berxwedana xwe dewam dikin” hildan û ji Newroza Amedê ji Ocalan re silav şandin. Ciwan bi strana hunermend Kadir Çat a “Diren ha Diyarbekir” bêtir coşiyan û daxwaza azadiya Ocalan anîn ziman. 

Jinan û ciwanan li qada Newrozê li dijî vekişîna  Peymana  Stenbolê bertekên xwe anîn ziman polîtîkayên AKP'ê yên li dijî jinan şermezar kirin. 

Piştî pîrozbahiya Newrozê bi dawî bû bi sedan ciwan disa li hev kom bûn û ji qada Qamişlo heta Goristana Yenîkoyê meşiyan. Ciwanan di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “HDP gel e, gel li vir e" û “Bê Serok jiyan nabe”, berz kirin. Di meşê de polîsan herî kêm 5 kes bi lêdanê destgîr kirin. Pîrozbahiya Newroza Amedê ku bi daxwaza ji bo azadiya Ocalan dest pê kir, bi heman daxwaza azadiya Ocalan bi dawi bû.