Li Almanyayê qanûna nû ya sinetkirinê qebûl bû

Li Almanyayê qanûna nû ya sinetkirinê qebûl bû

Li Almanyayê mijara sinetkirina zarakon ku ev çend meh e di rojavê de ye, îro zelal bû. Meclîsa Federal a Almanyayê qanûna sinetkirinê ku bibû mijara guftugoyan jinûve serrast kir.

Li gorî qanûna nû dê zarok tenê ji aliyê diktor an jî tendûristvanên pispor ve werin sinnetkirin. Herwiha qanûna ku bi dengdayîna parlamenteran hate qebûl kirin destûrê dide ku zarok encax piştî 6 mehî werin sinnetkirin

580 parlementerên federal tevlî tengdayînê bûn û ji van 434 hep ji bo qanûnê gotin 'erê'. 100 parlementer jî li dijî qanûnê dengê xwe bikaranîn û 46 jî bêalî man. Lêbelê di rûniştina îro de daxwazên partiyên muxalîf hatin red kirin.

Ji partiya sosyal demoqratan SPD, Partiya Keskan û Partiya Çepan 66 parlamenter dixwestin ku zarok piştî 14 salî werin sinnetkirin. Herwiha li gorî vê pêşniyarê ji bo sinnetkirinê destûrê tenê ji bo diktoran dihat dayîn.

Li Almanyayê guftugoyên li ser vê mijarê di meha Gûlanê de bi biryarê Dadgeha Îdarî ya Kolnê destpêkiribû. Dadgehê sinnetkirinê wekî 'sûcekî birîndar kirinê' nirxandibû. Lê belê ev biryar bibû sedama Misilman û Cihûyên ku Almanyayê dijin.