Li Aboviyana Ermenîstanê ji bo Ocalan 1100 îmze

Li Aboviyana Ermenîstanê ji bo Ocalan 1100 îmze

Kampanyaya îmzeyan a navneteweyî ya “Ji Ocalan re Azadî” li Ermenîstanê berdewam dike. Di vê çarçoveyê de di nava du rojan de li navçeya Aboviyan a paytext Êrîvanê 1100 îmze hatin berhevkirin. Ermeniyên ku îmze didin, ji bo azdiya Ocalan dûayan dikin.

Kampanyaya îmzeyan a navneteweyî ya “Ji Ocalan re Azadî” ku 6’ê Îlonê li Brukselê ji aliyê Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî hatibû destpêkirin, piştî Ewropayê, li seranserê cîhanê belav dibe. Yek ji cihên ku herî zêde îmze lê tên berhevkirin Ermenîstan e. Kurdên Ermenîstanê ji bo kampanyayê seferber bûn.

Komîteya Kurdan a li Ermenîstanê li navçeya Aboviyan a paytext Êrîvanê li bazarê stand danîn û îzme berhev kirin. Kampanya li rastî eleqeyek xurt a Ermeniyan tê. Bi taybet xwendekar, şêniyên Kurd û Ermenî eleqeyek mezin nîşan dan. Di çarçoveya bi sedan îmze hatin berhevkirin.

Piştî ku Serokê Şêwra Kurdan a li Ermenîstanê Kinyasê Hemîd bi awayeke fermî hevdîtin bi qeymeqam û şaredarê navçeyê re pêk anî û ji bo kampanyayê destûr hate dayin. Kampanya li navenda Aboviyan û deverên din ên Ermenîstanê berdewam dike.

Serokê Şêwra Kurd Kinyasê Hemîd li ber standê daxuyaniyek da û diyar kir ku û diyar kir ku dê kampanyaya ji bo azadiya Ocalan heta sersalê bidome û got ku ji bo navçeya Aboviyan şaredarî û qemqamtiyê tenê ji bo du rojan destûr daye.

Kinyasê Hemîd bi bîr xist ku ev du meh zêdetir e ku Kurdên li Ermenîstanê tevlî kampanyaya îmzeyan bûne û di van du rojan de, li navçeya Aboviyanê 1100 îmze hatine berhevkirin.

ERMENÎ JI BO OCALAN DÛAYAN DIKIN

Hemîd got ku eqeleyek xurt a Ermeniyan ji bo kampanyaya îmzeyan heye û her kesê ku dibîne mereq dike û dibêje ‘ji bo çi ye?’ û wiha domand: “Gava em dibêjin ji bo Ocalan bê dudilî îmze dikin û ji bo azadiya Birêz Ocalan dûayan dikin.” Kinyas ji ber vê yekê malavahiya gelê Ermen kir.

Kinyasê Hemîd derbarê tecrîda li ser Ocalan de jî axivî û dewleta Tirk bi tundî şermezar kir. Kinyas ji Erdogan re got: “Tu nikarî bi derewan pêşî li Kurdan bigirî û wan a ji birêz Ocalan qut bikî. Bi mehan e dibêjin keştî xirabe ye. Lê hemî cîhan û dinê dizane ev yek derew e.”

Kinyasê Hemîd bal kişand ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê û têkoşîna gelê Kurd li Rojava silav kir û piştevaniya Kurdên li Ermenîstanê anî ziman.