Li Çelyabînskê Qirkirina Şengalê hate şermezarkirin

Şêx û Pîrên civaka Êzîdî yên li Çelyabînskê di salvgera Qirkirina Şengalê de hatin cem hev.

Şêx û Pîrên civaka Êzîdî bi pêşengiya Rêxistina Yekîtiya Êzîdiyan li Çelyabînskê ya Federasyona Rûsyayê hatin cem hev û di salvegera Qirkirina Şengalê de daxuyanî dan.

Daxuyanî li hêwana Turalê hate dayin. Serokê Yekîtiya Êzîdiyên Çelyabînskê Sevdîn Davoyî axivî û got: ‘’Li gel ku 3 sal di ser Fermana 74’an re derbas bûne jî ne hêzên navnetewî û ne jî hêzên herêmê ti alîkarî nedana Êzîdiyan. Civaka me ya ku bi êrîşên DAIŞ’ê êşeke mezin jiya bi tena serê xwe hate hiştin. Li wan xakan ku bi hezaran kes hatin kuştin û bi sed hezaran jê hatin koçberkirin niha têkoşîn û berxwedaniyeke mezin heye. Êzîdî bi tena serê xwe hatin hiştin, bi pêşengiya Têkoşîna Azadiya Kurdan xwe rêxistin kirin û bi pêş ve çûn. Pêşî divê hêzên navnetewî Meclîsa Gel a Şengalê nas bikin û bi naskirina statûya xweser a Şengalê Êzîdî wê zêdetir xwe ewle bibînin.’’

Piştî daxuyaniya Davoyî Şêx û Pîrên Êzîdî qurbaniyên Qirkirina Şengalê bi bîr anîn û çalakî bi dawî bû.