Li 4 navendên Awûstralyayê meşa ji bo Kobanê

Li 4 navendên Awûstralyayê meşa ji bo Kobanê

Li bajarê Perth, Sydney, Melbourne û Adelaîd di çarçoveya 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê de meş pêk hatin.

Ji çar parçeyên Kurdistan û Awûstralyayê di meş û mîtîngan de dirûşma ‘Bijî berxwedana Kobanê' bilind bûn.

PERTH

Li bajarê Perth ê Awûstralyayê bernameya roja piştevaniya ji bo Kobanê ya 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê pêk hat. Di meşa ku li Perth pêk hat bi sedan Kurdistanî tevlîbûn û her wiha Awûstralyayiyan jî piştgirî danê.

Çalakiyên roja piştevaniya bi Kobanê re destpêkirin. Li bajarê Perth ê Awûstralyayê meş pêk hat. Bi sedan Kurd tevlî bûn û li gel vê Awûstralyayiyan jî piştgirî dan meşê.

Meşa ku ji aliyê Navenda Çanda Kurd ve hate organîzekirin, partiya Îtîfaqa Çep a Awûstralyayê, Kovara Çep a Kesk, Koma Alternatîfa Sosyalîst û Partiya Keskan piştgirî dayê.

Girse saet di 11.00’an  li Cadeya Murray St Mall hatin cem hev û axaftina li vir Îsmaîl Aslan kir.

Aslan girse silav kir û diyar kir ku Kantonên Rojava ji bo civakên Rojhilata Navîn rizgarî ye û bang li gelên Awûstralyayê kir da ku piştgiriyê bidin kantonan û ji bo şikandina êrîşên DAIŞ’ê divê hikûmeta Awûstralyayê zêdetir piştgiriyê bide.

Li ser navê Koma Alternatîf a Sosyalîst Alex Baînbrîdge bal kişand ser girîngiya şoreşa jinê ya li Rojava û da zanîn ku divê bi taybet jinên cîhanê xwedî li Kobanê derkevin û got ku fedakariya YPJ-YPG’ê li holê ye.

Di axaftinan de bang li Serokwezîrê Awûstralyayê jî hat kirin ku ji bo piştgiriya mirovahî û leşkerî bikevin nava tevgerê.

Piştî axaftinan meşê destpê kir. Girse bi sirûdan meşiya.

SYDNEY

Li Sydney jî saet di 14.00’an de çalakiyek pêk hat. Tevî şert û mercên hewayê yên xerab jî girse meşiya û Partiya yekîtiya Sosyalîst piştgirî da meşê.  Di meşê de ji Yekîtiya Sosyalîst Peter Boyle axaftinek kir û diyar kir ku divê xwedî li berxwedana Kobanê derkevin.

MELBOURNE

Li bajarê Melbourne jî li Qada Federasyonê çalakî pêk hat û daxuyanî hat dayîn di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê rayedarên Awûstralyayê zêdetir piştgiriyê bidin berxwedanê.

ADELAID

Li Adelaîd jî meşa meşaleyî pêk hat.