Li 3 welatan ‘Qetlîama Şengal’ hate protestokirin
Qetlîama çeteyên DAIŞ’ê ya ku 3’yê Tebaxa 2014’an li ser Êzidiyan pêk anî, li derveyî welat bi çalakiyên protestokirinê tê şermezarkirin.
Qetlîama çeteyên DAIŞ’ê ya ku 3’yê Tebaxa 2014’an li ser Êzidiyan pêk anî, li derveyî welat bi çalakiyên protestokirinê tê şermezarkirin.
Di çalakiyan de daxwaza hate kirin ku statûya Şengalê bê naskirin.
BERLÎN
Li paytext Berlîn a Elmanyayê Qetlîama Şengal hate protestokirin.
Li Berlînê ji bo Qetlîama Şengalê bê şermezarkirin mîtîngek hate lidarxistin. Mîtînga ku ji aliyê Meclîsa Jinên Êzidî ya Berlînê (Binevş Adesa) û Komeleya Êzidî ya Berlînê ve hate organîzekirin; NAV-DEM-Berlîn, Meclîsa Jinan a Berlîn DEST-DAN, PYD Berlîn û Koma Jinên Elman piştgirî kir. Di dema mîtînga li Brandanbûrger Torê hate lidarxistin de, pankart û dowîzên ku qetlîamê şermezar dikin hatin bilindkirin, bi sedan belavok hatin belavkirin.
Di mîtîngê de li ser navê Meclîsa Jinên Êzidî ya Berlînê Nûjiyan Guney axivî û diyar kir ku divê cîhan li Şengalê xwedî derkeve û xweseriya Şengalê nas bikin.
Dîsa di axaftinên li ser navê Meclîsa Jinan a DEST-DAN Berlîn û NAV-DEM Berlîn hatin kirin de , qetlîam hate şermezarkirin. Hevseroka NAV- DEM Berlîn Yeko Ardil jî axivî û got: “Şengal rûmeta mirovahiyê ye. Hevkarên herêmî yên ku Şengal radestî dijmin kirîn dîrok qet wan jî bîr nake. Qirkirinê şermezar dikin.
BREMEN
Kurd, dostên wan û nûnerên saziyên demokrat li pêşiya avahiya parlemetoya eyaletê ya li bajarê Bremen ê Elmanyayê Qetlîama Şengalê protestokirin.
Di çalakiyê de hate diyarkirin ku ji bo pêşiya qetlîamên nû bên girtin bi yekîtiya gelên Kurd mimkûn e.
Disa di çalakiyê de bêdengiya dewletên YE’yê ya li hember qetlîamê hate şermezarkirin.
DEN HAAG
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, di pêşengtiya Meclîsa Jinê ya Ronahî û Komîna Jinan a Rotterdamê ve bi beşdariya SKB û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Qetlîama Şengalê hate protestokirin.
Di çalakaiya li pêşiya avahiya şaredariya Den Haagê hate lidarxistin de, belavokên ku li ser Qetlîama Şengal, jinên dîl ên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine girtin, tên destavêtin û li sûkên koleyan de tên firtotin hate xwedin.
Di çalakiyê de piştî xwendina belavokê, bal hat kişandina ser rola hevkariya PDK’ê ya li ser qetlîamê.
Disa bi pankartên mîna “Şengalê ji bîr nekin” û “Azadiya jinên Şengalê, azadiya mirovahiyê ye” , bal kişandin ser qirkirina jinê.
Di çalakiyê de dirûşmên “Ji qirkirina jinên Êzidî re na”, “Ji jinên Êzidî re azadî” û “Jinên Êzidî rûmeta me ne” hatin qîrkirin.
Çalakî bi saet 11:15 a destpêkirina qetlîamê re bi deqeyek rêzgirtinê û şûn de bi dawî bû.
ATÎNA
Kurdistaniyên li Paytext Atîna ya Yewnanîstanê kom bûn, ji bo Qetlîama Şengalê aktivîteyek hate lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn.
Di daxuyaniya li ser navê Meclîsa Gel a Yewnanîstanê ve hate dayîn de, destnîşan kir ku polîtîkayên qirkirinê yên ku bi sala li ser civaka Êzidî dihat meşandin li Şengalê bi destê çeteyên DAIŞ’ê dewam kir.
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku bi hezaran kes hatin qetilkirin û weke kole hatin girtin, PDK’ya ku bû sedema vê hate şermezarkirin.
Her wiha di daxuyaniyê de banga piştgiriyê ji bo civaka Êzidî hate kirin.