Kurdistaniyên li Ewropayê Şengalî bi bîr anîn
Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî ku ji be rêrîşa dewleta Tirk li Şengalê şehîd bû, li bajarên Essen û Kasselê yên Elmanyayê hate bîranîn.
Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî ku ji be rêrîşa dewleta Tirk li Şengalê şehîd bû, li bajarên Essen û Kasselê yên Elmanyayê hate bîranîn.
Kurdistaniyên li bajarê Kassel ê Elmanyayê, Mam Zekî Şengalî bi bîr anîn. Merasîma bîranînê saet 14'an li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kasselê pêk hat. Li ser jiyan û têkoşîna Mam Zekî Şengalî sînevîzyonek hate nîşandan. Piştre li ser têkoşîna wî axaftin hatin kirin.
ESSEN
Zekî Şengalî yê li Şengalê şehîd bû û Atakan Mahîr û 5 hevrêyên wî yên li Dersimê şehîd bûn, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Essenê hatin bîranîn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, bi navê malbatên şehîdan, tevgera jinê û KOMAW'ê nûner axivîn. Hunermend Kawa Aktaş jî helbestek li ser Zekî Şengalî xwend:
"Min nûçeyek nexweş bihîst
Çongê min li min kire sist
Zuhayî da qirika min
Min nexwest qet bawer bikim
Li ser rêya Şengalê bû
Xweza ji te re şahid bû
Te xatir nexwest û tu çû
Li nav bihuştê bi cih bû
Li ser te ez bû me xemgîn
Lê ev xemgînî bûye kîn
Li dijî vî dijminê hov
Herî hêjaye raperîn
De fermandarê min rabe
De hevalo rabe rabe
Çavê xwe veke, binere
bikene û biaxive"