Kurdistaniyên li Celleyê li dijî komkujiya Şengalê meşiyan

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan, li bajarê Celle yê Elmanyayê li dijî komkujiya Şengalê meşiyan.

Meş ji aliyê Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Elmanyayê (NAV-YEK) ve hate organîzekirin û gelek welatparêzên Kurd û dostên wan ên Elman tevlî bûn.

Meşê saet di 14:00 de li ber avahiya Şaredariyê ya nû bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û gelek alên YBŞ'ê hatin hildan.

Şêx Huseyîn di dema meşê de axivî û bibîr xist, ku di ser komkujiya Şengalê re sê sal derbas bûne. Şêx Huseyîn destnîşan kir, ku ew bi vê meşa xwe ya li Celleyê re bersivekê didin dijmin û qirkeran.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hîldesheîmê Hayat Donam jî got, "Ez jineke Êzidî îro li vir im. Komkujiya Şengalê şermezar dikim. Me serê xwe li ber dijmin netewand û her ku jin li ber xwe bidin, wê dijmin nikaribe êrîşî me bike. Em Kurd jî her ku bi hev re li ber xwe bidin, wê kes nikaribe dest bide me."

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Celleyê Kejê Bilikî jî anî ziman, ku ew il ber bîranîna şehîdan bi rêzdarî bejna xwe ditewîne û got, "Ji dayikên şehîdan, gerîla û Serok Apo re silavên xwe dişînim. Em ê ti carî dest ji vê dozê bernedin. heta dilopa dawî ya xwîna xwe, em bi serokê xwe re ne. Em ê li ser şopa wî bin."

Nûnera Partiya Dîe Lînke ya bajarê Celle Hediye Ûca jî li çalakiyê axivî. Ûca bibîr xist, ku beriya niha bi sê salan bi hezaran Êzidî hatin kuştin û destnîşan kir, ku pêwîstî pê heye îro Şengal bibe herêmeke xweser.

Di çalakiyê de Sekreterê Komeleyên Êzidiyan li Ewropayê Tarik Hemo, Hevserokê NAV-DEM'ê yê Hannoverê Letîf Karakaş jî axivîn.

Parlamenterê Mêrdînê yê HDP'ê Alî Atalan jî anî ziman, ku ji ber nebûna rêxistinî û paratina civaka Êzidiya li Şengalê komkujî hatiye kirin û işaret bi girîngiya xweparastinê kir.

Çalakî bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" qediya.