Kurdistanî li Fransayê daketin qadan

Li bajarên Montpellîer û Marsîlyayê yên Fransayê Kurdistanî daketin qadan. Di çalakiyan de daxwaza azadiya Ocalan hate kirin û Pêngava 15'ê TebaxAê hate pîrozkirin.

Li bajarê Montpellîer ê Fransayê Kurdistaniyan çalakiyek li dar xistin û bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Çalakî li meydana Comedîe hate lidarxistin û li standê li ser mijarê belavok hatin belavkirin. Di çalakiyê de pirtûkên 'Konfederalîzma Demokratîk' a Ocalan, 'Jineolojî', 'Neteweya Demokratîk' û 'Civaka Ekolojîk' hatin belavkirin. Çalakî wê sibe jî li meydana Comedîe dewam bike.

MARSÎLYA

Pêngava 15'ê Tebaxê li bajarê Marsîlya yê Fransayê hate pîrozkirin. Kurdistaniyên li meydana Vîer Portê li hev civiyan, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG-YPJ'ê vekirin. Pîrozbahî bi gerandina govendê û qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" qediya.