Kurdên li Torînoyê li dijî tecrîdê daketin qadan
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Torîno yê Îtalyayê hate şermezarkirin.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Torîno yê Îtalyayê hate şermezarkirin.
Kurdistanî tevî dostên xwe li meydana Kastello ya Torînoyê li hev civiyan û tecrîd protesto kirin.
Qisekeran di çalakiyê de gotin, divê tecrîda giran a li ser Ocalan bê rakirin.
Di çalakiyê de dirûşmên "Vîva Ocalan", "Vîva Kurdistan" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.