Kurdên li Ewropayê ji bo Efrînê li qadan e

Meş û mîtîngên ji bo piştgiriya berxwedana serdemê ya li Efrînê dewam dikin. Kurdistanî di çalakiyên xwe de balê dikişînin ser sûcê ku dewleta Tirk li Efrînê li dijî mirovahiyê dike.

Meş û mîtîngên ji bo piştgiriya berxwedana serdemê ya li Efrînê dewam dikin. Kurdistanî di çalakiyên xwe de balê dikişînin ser sûcê ku dewleta Tirk li Efrînê li dijî mirovahiyê dike.

BERLÎN: Çalakiya konê agahdarkirinê ya li Alexander Platzê ya li paytexta Elmanya Berlînê duh jî dewam kir. Çalakgeran bal kişand ser sûcê ku dewleta Tirk li Efrînê li dijî mirovahiyê dike. Ji bo mîtînga îro saet 12'an a li ber avahiya Serokwezaretiya Elman banga tevlîbûnê hate kirin.

FREÎBÛRG: Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê komek ji ciwanên dijberê şer li ber avahiya fîrma ku sîstema navîgasyonê ji tankên Leopard re çêdike, çalakiyek li dar xistin. Ciwanan tankeke pêlîstok li ber febrîqeyê şewitandin û hikumeta Elman û dewleta Tirk a dagirker şermezarkirin. Ciwanan gotin ku ew piştgiriyê didin gelê Kurd û bang li hemû dijberên şer kir ku destekê bidin gelê Kurd.

NURNBERG: Li dijî êrîşên dagirkeriyê, bi pêşengiya Meclîsa Gel a Nurnbergê li ber Lorenz Kîrche mîtîngek hate lidarxistin. Tevî komên sosyalîst ên Kurdistanî û Tirkiyeyî, Elman jî tevlî çalakiyê bûn. Di mîtîngê de li ser şerê li Efrînê diqewime belavok hatin belavkirin û wêneyên sivîlên ji ber êrîşên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dan hatin nîşandan. Çalakgeran bikaranîna çekên Elman di komkujiyên dijî Kurdan de şermezar kirin.

DARMSTADT: Kurdistaniyên li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê dijîn, ji bo destekê bidin berxwedana serdemê ya li Efrînê mîtîngek li dar xistin. Mîtîng li Lûîsenplatzê pêk hat û dirûşmên "Efrîn bi tenê nîne", "Bijî YPG/YPJ", "Hikumeta Elmanya bes piştgiriyê bide TC" hatin qîrîn. Bi navê komîteya amadekar a çalakiyê daxuyanî hate dayin û bang li her kesî hate kirin ku bi ruhê Kobanê xwedî li berxwedana Efrînê derkevin.

SAARBRUCKEN: Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê bi sedan kes danê êvarê li ber Eûropa Galerîe li hev civiyan û êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin. li vir bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Zerdeştê Kal axivî, berxwedana Efrînê silav kir û got, her KUrdên bi rûmet divê bibe dengê Efrînê. Bi navê PYD'ê jî Îsa Zara peyivî û polîtîkayên zordar û qedexekar ên dewleta Elman şermezar kir. Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Bijî Serok Apo" qediya.

MONTPELLÎER: Li bajarê Montpellîer ê Fransayê, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li ser Efrînê hatin şermezarkirin. Kurdistanî bi vê armancê tevî dostên xwe li meydaan Comedîe li hev civiyan û li ser êrîşên dagirkeriyê yên li Efrînê blavok belavkirin. Li qada çalakiyê di axaftinan de hat ragihandin ku Efrîn wê dewleta Tirk û çeteyên wê bibe goristan û Erdogan wê ti carî bi ser nekeve. Çalakgeran bi qîrîna dirûşman berxwedana serdemê silav kirin.

VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê di çalakiya "Milyonek jin dansê dikin" de peyama YPJ'ê ya li Efrînê li ber xwe dide hate xwendin. Jinên ku li Mûseûmqûartîer li hev civiyan û endamên Tevgera Jinê ya Femînîst a Awûstûrya û Tevgera Jinên Kurd a Avesta jî tevlî bûn, li ser dîwêr nivîsa "Ji bo şoreşê dans bike" nivîsandin.