Koordînasyonê Ezîdxane ya derveyî Welat: Êrîşa li Şengalê qirkirin e!

Koordînasyonê Ezîdxane ya derveyî Welat ji ber êrîşa li Şengalê û qetilkirina Zekî Şengalî daxuyaniyeke nivîskî da. Koordînasyonê diyar kir ku divê hesap ji êrîşkaran were pirsîn.

Koordînasyonê Ezîdxane ya derveyî Welat ji ber êrîşa li Şengalê û qetilkirina Zekî Şengalî daxuyaniyeke nivîskî da. Koordînasyonê diyar kir ku divê hesap ji êrîşkaran were pirsîn.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Îsmail ozden bi nasnav Mam Zekî Şengalî di 28.01.1952 an de li Êlihê li gundê Şahsimê ji dayîk bûye. Mam Zekî zewicî û bavê 7 zarokan e. Di sala 1969' an de tevî Malbata xwe koçî Elmanyayê dike. Di sala 1978-79' an de bi Tevgera Azadiya Kurdistanê li Elmanyayê li bajarê Celle dest bi xebatên welatparêziyê dike û di demeke kin de dibe hêviya civaka Êzîdî û li hemberî her cûreyên kevneperestiyê têdikoşe. Di sala 1982'an de li komeleya karkerên welatparêz ku li Celle tê damezrandin de roleke sereke lîstiye. Di hema demê de di Rojnameya Serxwebûnê de wekî gerînedeyê giştî berpirsiyartî girtiye ser milên xwe. Di karên rêxistînî de li hemberî tevgerên komploger û provakatorên derve û hundir de bi helwesteke Apoyî tevgeriya û bu xwedî sekneke mînak.

Di seranserê Ewrûpayê di asta rêveberiyê de, berpirsiyartiya sazî û dezgehan daye meşandin. Ji destpêka têkoşîna azadiyê weke malbatek welatparêz daîmî li nirxên xwe yên civakî xwedî derketine û berdêl dane. Kurê wî Qasim(Sipan) di sala 1992' an de di nava refên gerîla de şehîd dibe. Zekî Şengalî di sala 1992' an de di avakirin KUM (Meclîsa Netewî a Kurdistanê) rola sereke hilda ser milên xwe. Di salên 1990’î de ji ber xebatên xwe yên rêxistinî ji aliyê dewleta Almanyayê ve tê girtin û darizandin.

Mam Zekî piştî dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan li ser daxwaza xwe derbasî xaka welat dibe. Li dijî komploya navnetewî ku di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de li dijî Gelê Kurd pêk hate, bû xwedî seknek mîlîtan û têkoşiya. Di sala 2003'an de wek nûnerê xebatên civaka Êzdîxanê ji bo rêxistinkirin û pêşxistina civakê de xebat da meşandin. Di sala 2004'an de di avakirina Tevgera Azadiya Êzîdî (TEVDA) de cihê xwe girtiye. Di heman demê de li hemberî her cûreyên hewldanên tasfiyê û xeta xiyanetê Mam Zekî bi sekn û helwesta xwe ya girêdahî nirxên bingehîn yên netewî û civakî bi çalak tevgeriyaye. Heval û Mamê Êzîdiya Zekî Şengalî weke Fermandarek siyasî piştî Fermana 3 ê Tebaxa 2014' dan bi helwestek mîlîtanî ji bo pêşî li qirkirin û fermanên civakê bigire berê xwe da Şengalê. Mam Zekî bi xebat û keda xwe ya bêhempa di serî de di koordînasyona Êzîdxanê, di Meclîsa Avaker a Xweseriya Demokratîk a Êzîdxan, di damezrandina YBŞ û YJŞ, Asayîşa Êzîdxanê, di Avakirina Şaredariyan û hwd. bi erk û berpirsiyariyên xwe radibe. Her wiha ji bo nasandina statuya Şengalê ku li ser bingeha pergala konfederalîzma demokratîk xwe ava dike bênavber têkoşiya. Ji bo pêşîlêgirtina fermanan, înkar û tunekirina Gelê Kurd Mam Zekî Şengalî bi ked û tekoşîna xwe ya 35 salan li gelek qadên têkoşînê bi sekna xwe ya dilnizm, aşitîxwaz, bi eşqa azadiyê li dijî xeta xiyanetê û hevkariya paşverû bû parazvanê nirxên mirovahiyê. Di kesayeta Mam Zekî Şengalî de di 15 ê Tebaxê 2018'an de ji aliyê Dewleta Tirk ya faşîst êrîşek namerdane li dijî civaka êzîdî û nirxên netewî pêk hatiye.

Em Koordînasyona Civaka Êzîdî ya dervayê welat û wek civaka Êzîdî eger demildest di serî PDK û Hikûmeta Iraqê bi lezginî daxuyanî nede em wan wek hevkarê vê êrîşê dibînin. Em ji Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewrûpayê daxwaz dikin ku li hemberî êrîşên Şengalê bêdeng nemînin û biryarên ku ji bo parastina Şengalê stendine pêk bînin.

Em ji hemû raya giştî û mirovahiya pêşverû daxwaz dikin ji bo pêşî li qirkirin û jenosîda li ser Êzîdiyan bê rawestandin, divê statuya Êzîdxanê ya siyasî û hêzên wê yê parastina rewa YBŞ û YJŞ bê naskirin. Zekî Şengalî bi kesayeta xwe ya şoreşger, dilsoziya xwe bi çand û baweriya xwe re, ketiye dilê her ferdekî Êzîdî û bi taybetî ya civaka Şengalê û bû Mamê Şengalê.

Em di serî de ji Malbata Mam Zekî Şengalî, ji Êzîdxan, ji gelê Kurd û tevahî hevrêyên wî sersaxî dixwazin û em soza şopandina xeyalên Mam Zekî û tevahî şehîdên Kurdistanê ji bo Kurdistanek azad û Êzîdxanek xweser didin.  

Di dawiyê de em ji tevahî gelê xwe bi taybetî ji civaka Êzîdî daxwaza bilindkirina têkoşîna azadiyê ya piralî dikin û bi çalakî û têkoşîna xwe xeyalên Mam Zekî Şengalî pêk bînin.”