Di daxuyaniya nivîskî ya Konseya Rêveber a Kongreya Gel a Mezopotamyayê de hat ragihandin, li Iraqê ku hingî di bin serweriya Îngilîzan de bû, ji hezaran ciwanên Asûrî hêza milîs a çekdarî hate avakirin û ev hêz ji bo berjewendiyên emperyalîst hatin bikaranîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dema ku ev dikirin jî soza xweseriyê dan gelê Asûrî. Lê belê sala 1932'an dema ku serweriya Îngilîzan qediya, ev yek ji bo gelê me bû destpêka qedandinê. Di dema dawî ya rêveberiya navborî de soza xweseriyê ya ji aliyê Îngilîzan ve hate dayin, hate jibîrkirin. Lîderên Ereb ên Iraqî ji xwe li dijî xweseriyeke bi vî rengî bûn. Bi bilindbûnat tansiyona li herêmê re, Îngilîzan pêşniyar li gelê Asûrî kirin ku koçî Sûriyeyê bikin. Asûriyên ku dîtin Îngilîzan xiyanet li wan kirine, biyara berxwedanê dan û leşkerên xwe yên bijarte li Simêlê civand. Karê destpêkê ya hikumeta Iraqê ya neteweperestiya Ereb a paşverû, bi hemû hêza xwe êrîşa li dijî Simêlê bû. Bi hezaran ewladên gelê me bi xwînxwarî kuşt. Di heman demê deli Duhokê bi sedan mirov hatin kuştin. Li gorî gotinên mirovên ji komkujiyê rizgar bûn, rêveberên Îngilîz di dema komkujiyê de tenê wêne kişandine.
Suryaniyên ku bi vê komkujiyê re şikest, ji bo xwe bigihînin Sûriyeyê bi rê ketin. Bi deh hezaran mirovên me yên li gund û bajarokên cuda dijiyan bi rê ketin û koçî Sûriyeyê kirin. Dema koçî Sûriyeyê dikirin, bi hezaran mirov di Çemê Dîcleyê de xeniqîn ya jî di rê de ji aliyê dewleta Iraqê ve hatin kuştin. Wekî din mal û milkên wan hatin talankirin. Ev bûyer hemû li pêş çavên hêzên emperyalîst rû dan. Gelekî bindest, ji bo xatirê berjewendiyên emperyalîst dihate fedakirin. Karê destpêkê ya neteweperestiya Ereb a paşverû ku di bin serweriya Îngilîzan de bû, komkujiya li dijî gelê me bû. Yên ji Iraqê koç kirin, li herêma Xabûrê ya Sûriyeyê bi cih bûn. Lê belê piştî 82 salan vê carê ji rêxistineke terorê ya xwe dispêr Îslam û Ereban, ji DAIŞ'ê derbeke mezin xwarin. Vî gelê mezlûm neçar ma careke din koç bike.
Di salvegera 84. a komkujiya Simêlê de em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin. Û hêzên emperyalîst ên ev komkujî amade kirin û dan kirin, hêzên ku gelê me feda kirin, bi tundî şermezar dikin.
Di vê navberê de, îro 72. salvegera bombekirina Hîroşîma bi bombeya atomê ye. Bi vê wesîleyê em mirovên li Hîroşîmayê jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînin û hêzên emperyalîst ên ev yek kirin, bi tundî şermezar dikin."