Komkujiya Roboksî careke din çû rojeva Dadgeha Navneteweyî

Komkujiya Roboksî careke din çû rojeva Dadgeha Navneteweyî

Komîteya Navneteweyî ya li dijî Windakirinên di Binçavan de (ICAD) Komkujiya Roboskî bir rojeva Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN).

Komîteya Navneteweyî ya li dijî Windakirinên di Binçavan de (ICAD) Komkujiya Roboskjî ya ku 28’ê berfanbara 2011 li navçeya Qilabana Şirnexê pêk hat û di encamê de 34 sivîl jiyana xwe ji dest dan û êrîşên sala 2009 li hemberî Tamîlan pêk hatin bir ber destê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya li bajarê Den Haag a Holandayê.

ICAD’ê ji ber Komkujiya Roboskiyê gliyê dewleta Tirk kir û diyar kir ku dewleta Tirk sucê mirovahiyê kiriye, her wiha xewst ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan, Serokkomar Abdullah Gul û Serfermandarê Artêşa Tirk Necdet Ozel bêne darizandin. ICAD’ê belge û agahiyên derbarê komkujiya Roboskiyê de jî pêşkêşê DCN’ê kirş

Seksiyona ICAD a li Holandayê bi dadgerê DCN’ê re hevdîtinek pêk anî û diyar kir ku Srî Lankayê di sala 2009’ê de 40 hezar Tamilî qir kir û bi vî awyaî li hemberî mirovahiyê cudê kiriye. ICAD’ê xwest ku Serokdewletê Srî Lankayê Mahinda Rajapakse, Misteşarê Wezîrê Parastinê Sareth Fonseca li DCN’ê bên darizandin.

DCN SERLÊDANA BDP’Ê DINIRXÎNE

Serlêdana ji bo komkujiya Roboskiyê ne tenê ev e. Di çileya 2012’ê de Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, ji ber Komkujiya Roboskiyê serî li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî dabû û dosya ji DCN’ê re şandibûn. Di serlêdanê de cih dan daxuyaniyên rayedarên hikûmetê yên der barê komkujiyê de û hate diyarkirin ku ew bawer nakin ku lêpirsîneke baş ji aliyê rayedarên hikûmetê ve bê kirin. Di dosyaya serlêdanê de çavdêrî, wêne, girtek, têbinî, nêrînên partiyên siyasî, nasnameya cangoriyan, belgeyên otopsiyê û çîrokên jiyana wan cih girtin.

DCN’ê di nameya ji Demîrtaş û Kişanakê re şand de got; “Dozgeriya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî, dokuman û nameya we wergirtiye. Ev yek çûye ber destê Ofîsa Tomaran a Pêkanînê. Em name û dokumanên ku we ji me Dadgeha Ceza ya Navneteweyî re şandiye, di çavçoveya Statûya Romayê de, dinirxînin. Çawa ku me biryar girt, em ê biryar û hincetê wê bi awayeke nivîskî ji we re bişînin”. Her wiha, BDP’ê ji ber Komkujiya Roboskiyê serî li Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a NY’yê jî dabû.