Komkujiya dewleta Tirk a li Şengalê, li Rûsyayê hat şermezarkirin

Kurdistaniyên li Rûsyayê, komkujiya dewleta Tirk a li Şengalê şermezar kirin û Zekî Şengalî bi bîr anîn.

Kurdên li navçeya Novo Aleksandrovskiy a herêma Stravrapol a Rûsyayê daxuyaniyek dan çapemeniyê û komkujiya li Şengalê şermezar kirin. Kurdan endamê Koordînasyona Civaka Êzidî û Konseya Rêveber a Şengalê Zekî Şengalî bi bîr anîn û ji bo mezinkirina têkoşîna wî bang kirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrîş dewama komploya navneteweyî ye û xeta nokerî-xiyanetê hate şermezarkirin.

Siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar û Hevserokê Meclîsa Kurd a Novoaleksandrovkê Huseyîn Çerkez piştî daxuyaniyê axivîn.

Cotkar diyar kir ku dijminên gelê Kurd dest bi êrîşên giran kirine û serkêşê van êrîşan jî dewleta Tirk e.

Hevserokê Meclîsa Kurdan a Novoaleksandrovskê Huseyîn Çerkez jî bi navê Kurdên li Novoaleksandrovskê êrîş bi tundî şermezar kir û şehîdên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi rêzdarî bi bîr anî. Çerkez destnîşan kir ku wê xwedî li têkoşîna şehîdan derkevin.