Komkujiya Şengalê li Çelyabînskê hate şermezarkirin

Sûîqesta ku dewleta Tirk roja 15'ê Tebaxê li Şengalê kir, li herêma Çelyabînsk a Rûsyayê hate şermezarkirin.

Êrîşa dewleta Tirk a 15'ê Tebaxê ya li Şengalê ku di encamê de Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî û Konseya Rêveber a KCK'ê Zekî Şengalî şehîd bû, li herêma Çelyabînskê ya Rûsyayê bi civînekê hate şermezarkirin.

Berpirsyarê kongreya Êzîdxanê yê herêma Çelyabînskê û endamê KNK'ê Sevdîne Azad, endama Kongreya Êzîdxanê Torîne Mecît û endamê Rêveberiya Êzîdxanê Feyatê Ûsiv li civînê axivîn.

Sevdîne Azad destpêkê axivî û got, "Bi navê civaka Êzidî ya li herêma Çelyabînskê ya Rûsyayê, em destpêkê sersaxiyê ji malabta Mam Zekî û tevahiya gelê Kurd dixwazin. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi şehadeta Zekî Şengalî wê nesekine."

Azad got, "Bila dewleta Tirk û şirîk-hevkarên wê malbata Barzanî zanibin ku xwîna Mam Zekî wê li erdê nemîne" û destnîşan kir ku tola Mam Zekî wê bê hilanîn.

Azad diyar kir ku Zekî Şengalî bi têkoşîna xwe ya 40 salî, bi taybetî jî bi têkoşîna xwe ya salên dawî ya li Şengalê baş dihate naskirin û lîderekî rêzdar bû. Azad da xuyakirin ku Şengalî karîbû yekîtiya Êzidiyan di nava 4 salan de pêk bîne, lewma dijminê gelê Kurd êrîş birin ser wî.

Azad got, "Bila dijminên Kurdan zanibin ku her ku yek ji me şehîd dibin bi dehan kes dikevin şûna wî." Azad bang li gelê Kurd bi taybetî civaka Êzidî kir ku bersiveke xurt bidin vê xiyanetê.

Azad banga yekîtiyê li gelê Kurd kir.