Komîteya Zindanan a PKK'ê: Cihê tirsê nîne

Endamê Komîteya Zindanan a PKK'ê Pîro Dersim diyar kir, daxwazên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên kirin berbiçav û rewa ne û bang li gel kir ku tirsa rejîmê ji ser xwe biavêje.

Endamê Komîteya Zindanan a PKK'ê Pîro Dersim li ser berxwedana grevên birçîbûnê ji Radyoya Dengê Welat re axivî.

Dersim bi bîr xist, ji 1'ê Adara 2019'an û vir ve nêzî 7 hezar girtî ketine greva birçîbûnê û diyar kir, ev yek biryardarî û îradeya di berxwedanê de nîşan dide.

Dersim destnîşan kir, berxwedêrên zindanan bi armancên xwe ve girêdayî ne û got, heta ku bigihêjin armanca xwe wê paşve gavê neavêjin.

BIDAWÎKIRINA TIRSÊ WÊ DAWÎ LI FAŞÎZMÊ BÎNE

Dersim bal kişand ser êrîşên li derve li dijî çalakgeran tê kirin û anî ziman, ji van êrîşan divê du mesajên bingehîn bên derxistin.

Pîro Dersim ragihand, yek ji van peyaman ew e ku rejîm ditirse, ya din jî daxwaza ji bo bidawîkirina tirsa rejîmê ya li nava civakê ye.

Dersim da xuyakirin, faşîzm dixwaze pêşî li vê çalakiyê, li berxwedanê bigire û got, "Pêwîste destûr ji vê re neyê dayin. Êrîş dike, destgîr dike. Bila êrîş bike, destgîr bike! Divê em destgîrkirinê bidin pêş çavên xwe. Pêwîst bike divê em girtinê jî bidin pêş çavên xwe. Mirovan canê xwe danîne holê. Mijar paşeroja gelekî ye. Azadiya gelekî ye, azadiya Rêberê me ye. Destgîrkirin, girtin ne berdêlekî mezin e ku neyê dayin. Ji xwe garantiya kesî nîne. Her roj mirov tên girtin. Karaktera faşîzmê êrîş e, destgîrkirin e, girtine û bi vî rengî pêşîgirtina li civakîbûna berxwedanê ye. Li Amedê herî zêde 6 hevalên me ketin greva birçîbûnê, lê bi bi hezaran polîsên ku ji bajarên derdorê anîn êrîş kirin. Polîsên li Amedê têra wan nekiriye, rabûn ji derdorê jî anîn. Ev yek nîşaneya tirsa wan e."

Pîro Dersim diyar kir, bi vê yekê re di heman demê de dixwazin tirsê bixin nava civakê û got, "Divê gelê me netirse. Destgîrkirin be bila destgîrkirin. Hevalên me ji xwe niha di rewşa destgîrkirî de jî li ber xwe didin. Ji xwe hevala Leyla û 3 hevalên me yên ji girtîgehê derketin çalakiya xwe dewam kirin. Berxwedan hertimî ye. Cihê xwe, dema xwe nîne. Faşîzmê dît ku dema êrîş dike, hinekan destgîr dike hinekî encamê digire û ji cesareta vê yekê careke din êrîş kir. Divê ev cesaret jê re neyê dayin. Dema ku 3-4 kes girt û dît ku encamê nagire wê neçar bimîne ku rêbaza xwe biguherîne. Ji ber vê yekê divê em tirs û fikarên xwe deynin aliyekî. Pêwîste were dîtin ku bi grevên birçîbûnê re di navbera îradeya azadiyê ya gelê Kurd û faşîzma AKP-MHP'ê ya dixwaze vê tine bike de şerekî dijwar heye. Ji ber vî şerî mirov neçar man ku bedena xwe hucre bi hucre deynin ber mirinê. Lewma di şerekî welê mezin de ne rast e ku tirs ji destgîrkirin, girtin û lêdanê çêbibe. Divê kes bi vî rengî tevnegere. Pêwîste her kes xwedî li van hevalan derkevin. Gelek mirov diêş in, dizanin ku destekeke têrker nîne, lewma divê vê nerazîbûn û hêrsa xwe bixin nava liv û tevgerê."

BERXWEDAN WÊ AKP'Ê PARÇE PARÇE BIKE

Dersim anî ziman, dem hatiye ku her kes bikeve bin vî barî û got, "Roj ne ew roj e ku dilê mirovan bi hevalên di greva birçîbûnê de ne biêşe, ne ew roj e ku di nava tirsên xwe de bigevize. Roj roja rabûna li ber faşîzmê ye, lêdana derba dawî li faşîzmê ye. Berxwedan derba dawî ye li faşîzmê tê xistin. Eger em bi ser bikevin, ez bawer im ku wê faşîzm têk biçe. Partiyeke bi navê AKP'ê namîne, wê parçe parçe bibe."

Dersim diyar kir, Rêbertî ji bo wan tê wateya her tiştî û got, "Ez bawer im eşqa herî mezin a di dilê her mirovekî welatparêz de Rêbertî ye, evîna herî mezin Rêbertî ye. Her mirovên me xwedî wê xewn û xeyalê ne ku bi rengekî azad bi Rêbertî re li Kurdistaneke azad bijîn. Pêvajo pêvajoya bidawîkirina tecrîdkirina Rêbertî ye. Lewma divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe. Divê ji berxwedana hevalên ku ji 1'ê Adarê ve dest bi berxwedanê kirine divê peyamên xurt werin derxistin û bikevin nava liv û tevgerê. Eger bi vî rengî bibe ez baweri mku faşîzma AKP-MHP'ê wê di demeke kurt de têk biçe."

Dersim diyar kir, daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê daxwazên rewa ne û got, "Lewma divê bi hezaran, bi milyonan mirov dakevin qadan û xwedî li wan derkevin. Divê qadên ji bo xwedîderketina li Rêber Apo werin dagirtin. Pêwîste piştî Newrozê jî çalakiyên li dora grevên birçîbûnê heta encam jê bê wergirtin bidomin."