Komên çekdar êrîşî Miduriyeta Avê ya Hesekê kir: 1 mirî

Komên çekdar êrîşî Miduriyeta Avê ya Hesekê kir: 1 mirî

li bajarê Hesekê komeke çekdar êrîşî avahiya Miduriyeta Avê kirin. Êrîşkarên ku wesayîta midûrê navendê desteser kirin, Midûrê Beşa Kirînê yê Midûriyata Avê ku di seyareyê de bû kuştin û ajorkar jî birîndar kirin.

Li Hesekê serê sibehê saet di 08.30’an de komeke çekdar êrîşî avahiya Midûriyeta Avê ya Bajar kirin. Koma çekdar di êrîşê de wesayîta midûrê navendê desteser kirin û ajokarê bi navê Casim birîndar kirin. Li gorî agahiyan koma çekdar Midûrê Beşa Kirînê yê Midûriyata Avê Mehmud Şêxmus ku di wesayîtê de revandin û piştre jî li ber Dibistana Canhecar a li Taxa Salihiyê kuştin û avêtin rexê rê.

Piştî ku şêniyên taxê agahî dan, hêzên asayîşê hatin cihê bûyerê û lêkolîn kirin. Piştre jî agahî dan navenda Midûriyeta Avê. Cenazeyê Şêxmus piştî 2 saetan ji aliyê rayedarên midûriyeta avê hate birin.